09:03 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Arif Qurbanî

    'PDK vê siyasetê bidomîne Kurdistan dê parçe bibe'

    © kdp.info
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5501

    Nivîskarê kurd Arif Qurbanî di nivîsara xwe ya li ser malpera Rûdawê de bal kişand ser krîza siyasî ya li Herêma Kurdistanê û rexneyeke maqûl li rêvebiriya PDKê û Goranê kir.

    Kremlîn
    © Sputnik/ Владимир Песня
    Navenda Nûçeyan — Arif Qurbanî di nivîsara xwe ya bi navê “Gelo PDK dê Kurdistanê parçe bike?” de koalîsyona Goran û PDK dinirxîne û qala pêşeroja siyasî ya Herêma Kurdistanê dike.

    Qurbanî xerabûna pêwendiyên her du partiyan dişibihîne dafikeke destên biyanî û dibêje: ‘PDK û Gorran ji têkçûna pêwendiyên navbera xwe ketin şokeke siyasî û di dawiyê de PDK tûşî hîsteriyayê bû.  Di encamê de hikûmeta PDKê wezîrên Gorranê ji nav hikûmetê derxistin û Serokê Parlamentoyê jî şande malê.’

    Li Erziromê erd hej
    © Foto: Flickr
    Qurbanî ji dûr ve wêneyê rewşa siyasî dikêşe û şîroveyeke wiha dike: ‘Eger PDK li ser vê siyaseta xwe rijd be dê Herêma Kurdistanê bike du parçe. Dewletbûna Kurdistanê wek metirsî û gef, li ber çavan e. Beriya niha dihat gotin ku di reşnivîsa Destûra Herêma Kurdistanê de, yekparçebûna Herêma Kurdistanê hatiye garantîkirin çimkî reşnivîs bi rizamendiya tevahiya partiyên Kurdistanî hatiye nivîsandin lê niha ew reşnivîs miriye!’

    Di dawiya nivîsara xwe de balê dikêşe ser pêşbîniyekê û hişyariyeke wiha dike: ‘Îhtimal heye PDK, piştî ku Kerkûk di warê aborî û siyasî de bikeve destê wê û êdî guh nede Silêmaniyê (YNK û Goranê) lê divê vê jî bizanibe ku dema rewş têk çû, dê hemû bi hev re têk biçe.’

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: Em li Sûriyeyê bombeya merşikê bi kar naînin
    Li Kurdistanê erdhej!
    Bush: Her diçe Rûsya bi hêz dibe û Amerîka jî winda dike
    Pûtîn: Divê hestên mirov bandorê li biryardayînan nekin
    Li Gever û Colemêrgê operasyonên binçavkirinê
    Etîketan:
    pêşbînî ji bo pêşeroja Kurdistanê, şoka siyasî, hîsteryaya siyasî, Tevgera Goranê, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Rûdaw, Arif Qurbanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de