07:52 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Barzanî ligel sê sekretêrên ENKSê civya

    Barzanî fermana referanduma serxwebûnê da

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 483 0 0

    Serokê Herêma Kudistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji partiyê kir ku amadehiyan bikin.

    Hewlêr — Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî daxwaz ji partiya xwe kir ku ligel partiyên din ên Kurdistanê amadekariyên referandûma serxwebûnê bikin.

    Duhî Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serpireştiya Serokê PDKê Mesûd Barzanî civiya. Piştî civînê PDKê daxuyaniyek belav kir.

    Di civîna PDKê de pirsa amadekariyên rederandûma serxwebûnê hatin nirxandin û Barzanî daxwaz ji partiya xwe kir ku ligel partiyên din dest bi kar bikin.

    Endamê Encumena PDKê Aras Heso Mîrxan derbarê wê mijarê de ragihand, PDK kar dike bo pirsgirêkên Herêma Kurdistanê mezintir nebin û biryar e di demeke nêzîk de PDK û YNKê civîneke girîng lidar bixin.

    Aras Heso Mîrxan wiha got, Barzanî di civîna duhî de, daxwaz kir ku em ligel partiyên din rêyekê bo kar bibînin bo amadekariyên referandûma serxwebûna Kurdistanê.

    Bi heman mijarî:

    Rêvebiriya Kantona Cizîrê bersiva Barzanî da
    Barzanî li BAŞÎKê axivî: Di êrişên dawîn de 250 terorîst hatin kuştin
    Barzanî: Mehek bû DAIŞê xwe ji êrişan re amade dikir
    Barzanî şîret li misilmanên Şengalê kir: ‘Ruhê pêkvejiyanê biparêzin’
    Devlet Bahçeli: ‘Ha Ocalan, ha Barzanî’
    Etîketan:
    Serokatiya Herêma Kurdistanê, PDK, Aras Heso Mîrxan, Mesûd Barzanî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de