23:46 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Pêşmerge li Şengalê

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê 'Cejna Rojiyê' ya êzidiyan pîroz kir

    © Foto: Screenshot via File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 34 0 0

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya rasthatina Cejna Rojiyê ya êzidiyan peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî hemû êzidiyan kir.

    Hewlêr — Di daxuyaniya pîrozbahiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hate gotin ku komkujiya Şengalê derz û qelîştekeke mezin bi ser derûniya êzidiyan de anîye û hêvî hate xwestin ev cejn vegere şadimaniyê.

    Di daxuyaniyê de teqezî li ser têkoşîna li dijî DAIŞê hate kirin û heta rizgarbûna yekcarî ya hemû cî û deverên êzidiyan û tevahiya Kurdistanê, bi taybetî jî rizgarbûna tevahiya êzidiyên di destê terorîstan de şerê Pêşmerge dê bidome.

    Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: 'Her bi vê minasibetê, em daxwazê ji xwişk û birayên xwe yên êzidî dikin ku welatê xwe bi cî nehêlin û berê xwe nedin xerîbiyê, ji ber ku êzidî û êzidiyatî tenê li ser axa Kurdistanê û li Lalişa Nûranî tê parastin, ne li xerîbiyê. Em hêvîdar in ev cejn bibe delîveke xêrê ji bo hemû xwişk û birayên me yên êzidî ji bo aşitî, aramî û pêkvejiyan û avadaniyê. Careke din Cejna Rojiyê li xwişk û birayên me yên êzidî pîroz be û di vê ceinê de em hemû qurbaniyên destê terorê bi bîr tînin û serê xwe li hember canê wan ê paqij diçemînin.'

    Bi heman mijarî:

    Malên Sîlopiyan dan ber tangan: 1 jê giran 4 kes birîndar bûn
    Almanya li Şamê ofîsa îstixbaratê ya hevpar vedike
    DAIŞê dîsa êrişî Til Eranê kir
    Karayilan: ‘Ya diqewime şerê navxweyî ye'
    Pêşmerge fermandarekî DAIŞê kuşt
    Fermandarê YPGê: Rûsyayê derbeyên giran li DAIŞê dan
    YDG-H: ‘Ocalan û Qendîl bixwazin em ê şerê bidin sekinandin'
    Etîketan:
    Laliş, Komkujiya Şengalê, daxuyanî, pîrozbahî, Cejna Rojiyê ya êzidiyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de