07:54 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Pêşmêrge li Mexmûrê qira DAIŞê anî: 50 kuştî

    © Flickr/ kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 502 0 0

    Îro berê sibehê saet li 05.00an DAIŞê li Mexmûrê êrişî pêşmerge kir.

    Navenda Nûçeyan — Êrişa DAIŞê ya îro serê sibehê li ser çeperên pêşmerge li eniya Mexmûrê bi temamî hat têkbirin. DAIŞê 50 kuştî û termê 19 kesan li pey xwe hiştin.

    Cîgirê Fermandarê Hêza 2 ya Hêzên Pêşmerge Muqedem Ehmed Umer ji sînorê Baqirt ê rojhilatê Mexmûrê ragihand, serê sibehê saet 05:30, çekdarên DAIŞê ji gundên Giraw, Pungîne û Riwale êrişî çeperên pêşmerge kir, lê Hêzên Pêşmerge bersiva wan dan û êrişa wan têk birin. Şer heta saet 08:00 berdewam kir.

    Berpirsê Eniya Mexmûrê yê Hêzên Pêşmerge Necat Elî ragihand ku, êrişa DAIŞê ya ser çeperên pêşmerge piştî şerekî giran bi dawî hat. 50 çekdar hatine kuştin û termê 19 kesan ji wan li cihê şer mane. Me termên wan dûr xistine da ku jibo birina termên xwe dîsa êriş nekin.

    Necat Elî derbarê ziyanên Pêşmerge di wî şerî de wiha got, tenê pêşmergeyek bi giranî birîndar bûye û me şandiye nexweşxaneyê. Her wiha çend pêşmergeyên din bi sivikayî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    ‘Pêşmerge û YPG hevparên Amerîkayê ne'
    Pêşmerge: ‘Yê ku li Bakur kurdan qetil dike, nikare li Başûr bibe dostê me'
    Li Mûsilê DAIŞê êrişî Pêşmerge kir: 6 kuştî
    Hêza Pêşmerge ya Yekbûyî: Rastî û dijwariyên pêvajoyê
    HEWÎCE - 40 ereb ji destê DAIŞê reviyan cem Pêşmerge
    Etîketan:
    Hêza Pêşmerge, DAIŞ, Necat Elî, Muqedem Ehmed Umer, mexmûr, Kûrdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de