01:35 20 Tebax 2017
Zindî
    Osman Ocalan

    Ocalan: "PKKê alaya Kurdistanê wekî alaya neteweyî qebûl kir"

    © Foto: Rûdaw
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 119011

    Birayê Serokê PKKê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan got: "PKKê alaya Kurdistanê wekî alaya neteweyî qebûl kir".

    Navenda Nûçeyan — Endamê berê yê Konseya Serkokatiya PKKê Osman Ocalan îdiaya ji aliyê kurê yekem Serokomarê Kurdistanê Elî Qazî ve hatiye kirin a "PKKê alaya Kurdistanê wekî alaya neteweyî qebûl kir", piştrast kir.

    Osman Ocalan di derbarê îdîaya li ser alaya Kurdistanê got, "Endamê KNKê Zubeyr Heydar û Remzî Kartal bo diyarkirina alaya neteweyî ya Kurdistanê ji Ewropa hatibûn cem min. Min ji hemû Endamên Serokatiya Konseya PKKê re alaya Kurdistanê pêşniyar kir."

    Ocalan da zanîn ku civîn di sala 2002an de li Meradê pêk hatiye. Wê demê ji Endamên Konseya Serokatiya PKKê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan ji bo diyarkirina alaya netewî ya Kurdistanê pirs li wan hat kirin. Piştî pejirandina wan endamên konseyê Osman Ocalan mûwafaqa wan bikaranîna alaya netewî ya Kurdistanê qebûl dike.


    Bi heman mijarî:

    Ali Bayramoglu: Tirkiye bi Ocalan re hevdîtinan dike
    Devlet Bahçeli: ‘Ha Ocalan, ha Barzanî’
    Ji bo Ocalan xelata welatiyê bi rûmet
    Barzanî: Aştî bê Ocalan nabe
    Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hate redkirin
    Etîketan:
    Kurdistan, kurd, KNK, PKK, Osman Ocalan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de