21:33 19 Tebax 2017
Zindî
    Hevdîtina Barzanî-Ashton Carter

    ‘Pêşmerge û YPG hevparên Amerîkayê ne'

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 46110

    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Carter piştî Bexdayê, Hewlêrê jî ziyaret kir û ragihand ku ew Pêşmerge û YPGê wekî hevparên xwe dibînin.

    Hewlêr - Carter di saetên sibê de gihişt Hewlêrê û li balafirgehê ji hêla Alîkarê Serok Qubad Talebanî û Wezîrê Karên Hundirîn Kerîm Sîncarî ve hate pêşwazîkirin û piştre ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mêsûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.

    Hat ragihandin ku mijara sereke ya hevdîtinê têkoşîna li dijî DAIŞê bûye. Carter ragihand ku Hêzên Pêşmerge û YPG ji bo Amerîkayê du hevparên girîng in.

    Carter destnîşan kir ku wê Amerîka zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike û got: ‘Ji bo ku di alîkariyên tê kirin de pirsgirêk derneyê ez dê bi rêveberiya Bexdayê re biaxivim.'

    Canter piştî ku duh li Edeneyê Baregeha Încirlikê ziyaret kir derbasî Îraqê bibû û bi Serokwezîrê Îraqê Hayder Îbadî re jî hevdîtinan pêk anî bû.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge: ‘Yê ku li Bakur kurdan qetil dike, nikare li Başûr bibe dostê me'
    MEXMÛR - Bombebarana li dijî DAIŞê dest pê kir!
    Goranê daxwaza hevdîtinê ya PDKê qebûl nekir
    Wezaretê hejmara kurdên DAIŞê eşkere kir
    Cemîl Bayik: ‘Ji bilî PKKê mûxatab tune'
    Barzanî şîret li misilmanên Şengalê kir: ‘Ruhê pêkvejiyanê biparêzin’
    Talebanî: ‘Şerm e ku em nikaribin yekîtiya xwe ava bikin’
    Medvedev: Em ê bazirganiya xwe bi Çînê re derxînin 200 milyar dolarî
    Etîketan:
    YPG, Pêşmerge, Heyder Îbadî, Mesûd Barzanî, Ashton Carter, Amerîka, Îraq, Herêma Kurdistanê, Edene, Bexda, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de