12:58 21 Tebax 2017
Zindî
    Goran

    Goranê daxwaza hevdîtinê ya PDKê qebûl nekir

    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3310

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Civata Giştî ya Tevgera Goranê ragihandiye ku daxwaza hevdîtinê ya Partiya Demokrat a Kardistanê (PDK) red kirine.

    Hewlêr – Civata Giştî ya Tevgera Goranê îro bi serperiştiya Omer Seyîd Elî û bi beşdariya Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemed civiya. Di civînê de rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin û daxwaza hevdîtinê ya ji aliyê PDKê ve jî hat nirxandin.

    Beşdarekî civînê Kwestan Mihemed diyar kir Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed derbarê serdana xwe ya li Ewropayê û Seyîd Elî jî derbarê rewşa dawîn a Herêma Kurdistanê, Iraqê û Rojhilata Navin de axivîne.

    Di civînê de bi israr li ser wê yekê sekînin ku divê Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemed û wezîrên Goranê yên ji peywirê dûrxistî vegerin ser peywira xwe.

    Kwestan Mihemed herwiha derbarê mercên hevdîtina li gel PDKê de jî wiha got: ‘Biryar e, heta ku Serokê Parlamentoyê û wezîrên Goranê venegerin ser peywira xwe ya li Hewlêrê, bila hevdîtin li gel PDKê neyê kirin.’

    Bi heman mijarî:

    Wezaretê hejmara kurdên DAIŞê eşkere kir
    Cemîl Bayik: ‘Ji bilî PKKê mûxatab tune'
    Medvedev: Em ê bazirganiya xwe bi Çînê re derxînin 200 milyar dolarî
    Etîketan:
    rewşa dawîn, ji peywirê dûrxistî, mercên hevdîtinê, Civata Giştî ya Tevgera Goranê, Kwestan Mihemed, Omer Seyîd Elî, Yûsif Mihemed, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de