03:50 21 Tebax 2017
Zindî
    Emîrê DAIŞê yê kurd

    Wezaretê hejmara kurdên DAIŞê eşkere kir

    © Foto: Rûdaw
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6310

    Li gorî nûçeya BasNewsê ya ku zanyariyên xwe spartine berpirsekî Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Ayînî ya Herêma Kurdistanê, hejmara terorîstên kurdnijad ên DAIŞê kêm bûye.

    Hewlêr – Merîwan Neqşebendî Rêveberê Pêwendiyan Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Ayînî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nava DAIŞê de bi qasî 60 — 80 kesên kurdnijad mane.

    Neqşebendî diyar kir ku li gorî zanyariyan rêjeya kesên ku tenê ji Herêma Kurdistanê gihiştine refê terorîstan bi qasî 500 kesî ye;  nêzîkî 270 ciwan hatine kuştin, 18 ciwan bi tohmeta alîkariya Pêşmerge hatine gulebarankirin û 150 ciwan jî vegeriyane Herêma Kurdistanê. 

    Derbarê awayê kuştina ciwanên kurdnijad de jî Neqşebendî eşkere kir ku piraniya wan di êrişên Hêzên Hevpeyman de hatine kuştin; beşeke wan di şerê Rumadiyê de û hinek jî ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine kuştin.

    Hêjayî gotinê ye ku sala 2014an terorîstên DAIŞê beşeke Iraqê dagir kirin û hejmarek ciwanên kurd ên nêzikî ramana tekfîrî derbasî nava vê rêxistinê bûn. Beşeke xurt a van ciwanan poşman bûn û vegeriyan Herêma Kurdistanê. Kesên ku riya vegerê nedîtin jî di şerên DAIŞê de an jî bi bihaneya sîxuriyê ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê bang li Tirkiyayê kir: "Ji Îraqê vekişe"
    Cemîl Bayik: ‘Ji bilî PKKê mûxatab tune'
    Barzanî şîret li misilmanên Şengalê kir: ‘Ruhê pêkvejiyanê biparêzin’
    Talebanî: ‘Şerm e ku em nikaribin yekîtiya xwe ava bikin’
    Medvedev: Em ê bazirganiya xwe bi Çînê re derxînin 200 milyar dolarî
    Nivîskara Erebistanê roja Alaya Kurdistanê bi vîdyoyekê pîroz kir
    Etîketan:
    bi bihaneya sîxuriyê, ramana tekfîrî, terorîstên kurdnijad, Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Ayînî ya Herêma Kurdistanê, Merîwan Neqşebendî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de