12:27 19 Tebax 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî şîret li misilmanên Şengalê kir: ‘Ruhê pêkvejiyanê biparêzin’

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 42101

    Duh roja çarşemê (16.12.2015) Barzanî ligel hejmareke kesayetî û rihspiyên misilman ên devera Şengalê re civiya û derbarê avadankirin û kûrtirkirina pêkvejiyan û pêşaroja Şengalê guhdariya bîr û ramanên wan kir.

    Hewlêr – Di civînê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotarek pêşkêşî beşdaran kir û qala girîngiya siyasî, neteweyî, cografî û civakî ya Şengalê ji bo gelê Kurdistanê kir û bangî mamostayên olî, aliyên siyasî, kesayetî û rihspiyan kir ku bi tu awayî ziyan li bexteweriya xelk û çanda pêkvejiyanê ya kurdistaniyan û xelkê Şingalê nekeve.

    Serok Barzanî derbarê dirindeyî û bêwijdaniya terorîstên DAIŞê de jî got ku ku bi dirêjahiya dîrokê tu dijminî mîna DAIŞê tawanên diltezîn û li dijî mirovahiyê nîşanî gelên Kurdistanê nedaye.

    Di dawiya axaftina xwe de Barzanî diyar kir ku pêwist e xelkê Şengalê biryarê li ser jiyan û pêşaroja xwe bide û got: ‘Hêvîdar im ku Şengal ji bo hemû pêkhateyan bibe mînaka avadanî û bexteweriya hemwelatiyan.’

    Bi heman mijarî:

    Talebanî: ‘Şerm e ku em nikaribin yekîtiya xwe ava bikin’
    Medvedev: Em ê bazirganiya xwe bi Çînê re derxînin 200 milyar dolarî
    Nivîskara Erebistanê roja Alaya Kurdistanê bi vîdyoyekê pîroz kir
    Amerîka ji bo Hizbullahê biryara mûeyîdeyên nû distîne
    Rûsya: Dibe em heta Firadê jî herin
    FLAŞ ÎDIA - Amerîkayê bi ser Kurdistanê re rasterast çek dane YPGê
    Etîketan:
    avadanî û bexteweriya hemwelatiyan, çanda pêkvejiyanê ya kurdistaniyan, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de