00:54 19 Tebax 2017
Zindî
    Qubad Talebanî

    Talebanî: ‘Şerm e ku em nikaribin yekîtiya xwe ava bikin’

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8510

    Li gorî nûçeya Rûdawê Qubad Talebanî îro di roja Alaya Kurdistanê de axaftinek kir û got: ‘Şerm e ku em nikaribin yekîtiya xwe ava bikin.’

    Hewlêr – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi boneya roja Alaya Kurdistanê axivî û got: ‘Eger haya me ji me nebe Kurdistan dê ji hev belav bibe. Şerm e eger em nebin yek!’

    Qubad Talebanî diyar kir ku divê derz û nakokiyên di navbera kurdan de bi hêza Alaya Kurdistanê were têkbirin û wiha axivî: ‘Nakokiyên partiyên siyasî û krîzên siyasî — aborî derzeke kûr di nav me de pêk aniye û neyarên me jî li bendê ne ku me bişkênin. Pêşmergeyên me şehîd dibin, bi hev re şerê dijmin dikin, bi hev re Kurdistanê diparêzin. Lewre jî şerm e ku em nekaribin bibin yek.’

    Li gorî Talebanî gelên Kurdistanê dikarin bi hev re tevahiya arîşeyan çareser bikin û di vî warî de barekî giran û dîrokî dikeve ser milê her kesî: ji Serok Barzanî bigire heta welatiyekî sade. Herwiha bangî tevahiya partiyên siyasî kir ku berjewendiyên xwe yên biçûk bidin aliyekî û ji bo hevgirtina Kurdistanê xebateke cidî bikin.

    Qubad Talebanî bal kişand ser ihtimala parçebûna Iraqê û wiha got: ‘Divê em xwe ji hemû bûyer û pêşhateyê re amade bikin. Divê em tedbîrên xwe ji niha ve bigirin; dema ku Iraq ji hev belav bû, divê em nebin qurbana hevrikiyên herêmî.’

    Talebanî derheqê bûyerên ku li Iraq û Rojhilata Navîn hişyarî da û got. ‘Eger em hay ji xwe tunebin, ne tenê yekparçebûna Iraqê namîne, dê yekparçebûna Kurdistanê jî nemîne. Em tenê dikarin bi yekrêziyê li hember van metirsiyan bisekinin. Yekrêzî jî tenê di bin alaya Kurdistanê de çêdibe.'

    Bi heman mijarî:

    Medvedev: Em ê bazirganiya xwe bi Çînê re derxînin 200 milyar dolarî
    Nivîskara Erebistanê roja Alaya Kurdistanê bi vîdyoyekê pîroz kir
    Amerîka ji bo Hizbullahê biryara mûeyîdeyên nû distîne
    Rûsya: Dibe em heta Firadê jî herin
    FLAŞ ÎDIA - Amerîkayê bi ser Kurdistanê re rasterast çek dane YPGê
    HPG û YJA Star: Dewleta tirk bi cesareta ji nokerên kurd digire, êrişî gel dike
    Etîketan:
    yekrêzî di bin alaya Kurdistanê de, yekparçebûna Kurdistanê, ji bo bûyer û pêşhateyan amadebaşî, 17ê Berfanbarê Roja Alaya Kurdistanê, Qubad Talebanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de