09:54 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşker

    Leşkerê tirk di nava rev û êrişê de ma

    © Foto: AA/ Arşiv
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 19732

    Di veguhastina nûçeyên êrişa DAIŞê ya li ser Başîkê de medyaya kurdî û tirkî ketin nava nakokiyên eşkere. Medyaya kurdî got 'reviya' û medyaya tirk got 'bersiv da û birîndar bû'.

    Navenda Nûçeyan — Li Zilîkana Başîkê Serbazgeha Leşkerî ya Heşda Wetenî heye û berî demekê yekîneyeke tirkî perwerdehiya leşkerî dida hêzên sunî. Ji ber ku dewleta Iraqê li Tirkiyayê gef xwarin ku ji xaka wê derkeve Tirkiya ji vê serbazgehê vekişiya.

    Îro jî DAIŞê danê êvarê du êriş birin ser çeperên Pêşmerge yên li nêzîkî vê serbazgehê. Di encamê de 6 endamên DAIŞê hatin kuştin û 6 pêşmergeyan jî jiyanên xwe ji dest dan.

    Di êrişeke hevdem a din de DAIŞê rasterast berê xwe da Serbazgeha Leşkerî ya Heşda Wetenî û di bin topbaranê de hişt.

    Li gorî medyaya kurd a Herêma Kurdistanê heyama topbaranê mamosteyên leşkerî yên tirk serbazgeh hiştin û reviyan; lewre tu ziyanek negihişte hêza wan.

    Ji medyaya tirk Cumhuriyet û Ajansa Anadoluyê îdia kir ku hêzên tirk ên ku perwerdehiya leşkerî didan hêzên ereb ên sunî heyama topbaranê bersiv dane DAIŞê û 4 leşker birîndar bûne. Herwiha ji van birîndaran rewşa tenduristî ya yekî giran e û leşkerên tirk niha li Şirnexê derman dibin.

    Bi heman mijarî:

    Piştî êriş, şer û pevçûnan li Amedê teqîn
    BAŞÎK - DAIŞê êriş kir û hêza Tirkiyayê reviya
    Pûtîn siyasetmedarê salê hat hilbijartin
    HPG: 6 Tîmên Taybet hatin kuştin
    DAIŞê berê xwe da Navenda Domîz a Leşkerî; lê têk çû
    Grûba HDPyî ku xwest bimeşe Sûrê rastî astengiya polêsan hat
    Fermandarê YPGê: Em ê firokeyên nenas bixînin
    Etîketan:
    Serbazgeha Leşkerî ya Heşda Wetenî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de