09:05 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Rêûresmê veşartina fermandeyê Pêşmerge Ferîdûn Ciwanroyî

    Li Mûsilê DAIŞê êrişî Pêşmerge kir: 6 kuştî

    © Foto: BasNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 197 0 0

    Li herêma Keskeya Mûsilê DAIŞê êrişeke xwekujî pêk anî û di encamê de 6 pêşmerge jiyanên xwe ji dest dan.

    Navenda Nûçeyan — Li devera Keskê ya Mûsilê, çekdarên DAIŞê li dijî hêzên Pêşmerge êrişên xwekujî pêk anîn, di encamê de 6 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan.

    Rayedarekî pêşmerge li devera Keskê ya Mûsilê ragihand ku, îro berê sibehê 6 çekdarên DAIŞê xwe di nav refên pêşmergeyan teqandin.

    Wî rayedarê pêşmerge got, 3 ji wan çekdaran xwe di nav tîmen Pêşmerge de teqandin lê 2 jê beriya ku xwe biteqînin, ji aliyê pêşmerge ve hatin kuştin, yek ji wan jî beriya were kuştin, xwe teqand û hat kuştin.

    Li gorî agahiyên Rûdawê, di wê bûyerê de 6 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn.

    Wî fermandarê pêşmerge anî ziman ku DAIŞ li devera Keskê û wê eniyê pir lawaz bûye û hêza wê ya şer nemaye lewma neçar dimîne zêdetir êrişên xwekujî bike û sûdê ji rewşa hewayê bibîne.

    Bi heman mijarî:

    Hêza Pêşmerge ya Yekbûyî: Rastî û dijwariyên pêvajoyê
    HEWÎCE - 40 ereb ji destê DAIŞê reviyan cem Pêşmerge
    YNK: ‘Em ditirsin ku Pêşmerge bi Artêşa Tirkiyayê ve bê girêdan’
    Obama: Piştî serkeftina pêşmerge ya Şengalê êrişên DAIŞê kêm bûn
    Sererkanê Pêşmerge: 'Çima Iraq ji bo DAIŞê 48 saet mohlet nade?'
    Etîketan:
    Hêza Pêşmerge, DAIŞ, Mûsil, Kurdıstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de