09:05 22 Îlon 2017
Zindî
    Vekirina Zanîngeha Katolîkî li Hewlêrê

    HEWLÊR - Zanîngeha Katolîkî ya yekem li Rojhilata Navîn hat vekirin

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1101

    Li bin çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de roja 08.12.2015an, li taxa Enkaweya Hewlêrê Zanîngeha Katolîkî hat vekirin û dê îsal dest bi wergirtina xwendekaran bike. Ev yekem zanîngeha katolîkî ye ku li asta Rojhilata Navîn tê vekirin.

    Hewlêr — Di merasîma vekirina Zanîngeha Katolîkî de Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Muhsin Dizeyî, Wezîrê Navxweyî Kerîm Şengalî, Wezîrê Xwendina Bala û Lêkolînên Zanistî Yusif Goran û hejmareke berpirsên hikûmetê amade bûn.

    Wezîrê Xwendina Bala û Lêkolînên Zanistî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Yusif Goran di merasîma vekirina Zanîngeha Katolîkî gotarek pêşkeş kir û bal kişande ser wê yekê bi vekirina Zanîngeha Katolîkî hejmara zanîngehên naxweyî yên herêma Kurdistanê digihêje 15 zanîngeh û 7 peymangehan. Herwiha Herêma Kurdistanê bi vekirina Zanîngeha Katolîkî ya yekem li Rojhilata Navîn şanaz e û ev jî nîşaneya yekê ku Herêma Kurdistanê prensîpên pêkvejiyanê diparêze û giringiyê didê.

    Serokê Dêra Kildaniyan a li Hewlêrê Metran Beşar Werde di axavtina xwe de diyar kir û got ku vekirina Zanîngeha Katolîkî ji bo nasandina Hewlêr û Herêma Kurdistanê wekî herêmeke aram, girîng û pîroz a deverê derfetek e, bi taybetî piştî karesatên ku bi destê terorîstên DAIŞê li Deşta Neynewayê û deverên din bi ser pêkhateya mesîhiyan de hatine.

    Werde got ku ev zanîngeh dê bibe sedemeke din ku êdî mesîhî ber bi derveyî welat koç nekin, herwiha dê bibe navendek ji bo parastina kerameta mesîhiyan û parastina jiyana wan.

    Zanîngeha Katolîkî dikeve taxa Enkawaya li bajarê Hewlêrê û ji fakulteyên rêveberî, teknolojiya zanyarî û zimanên rojhilatî pêk tê, li gorî standardên navneteweyî hatiye avakirin û bêcudahî dê xwendekaran wergire û armanca wê ya sereke jî parastina pêkvejiyana navbera hemû pêkhateyên deverê ye.

    Bi heman mijarî:

    Castro: 'Tenê Rûsya û Çîn dikarin şerê cîhanê rawestînin'
    Li dijî Pêşmerge êrişa komkujiyê
    Çandar: 'Bi xêra Tirkiyayê DAIŞ aboriya xwe dimeşîne'
    Agir bi nexweşxaneyê ket: 23 mirî û 20 birîndar
    Projeya Îranê: Ji Tehranê heta Beyrûtê Kembera Farsî
    Li Sûrê teqîn û şerê dijwar berdewam e
    Etîketan:
    mesîhî, zanîngeh, perwerdehî, Dêra Kildaniyan a li Hewlêrê, Zanîngeha Katolîkî, Wezareta Xwendina Bala û Lêkolînên Zanistî ya Herêma Kurdistanê, Beşar Werde, Yusif Goran, Kerîm Şengalî, Muhsin Dizeyî, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de