00:42 19 Sibat 2018
Zindî
    Xaza xwezayî (suriştî)

    Dermanê derdê siyaseta Enqereyê li Hewlêrê tê firotan

    © AP Photo/ / Sergei Chuzavkov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gorî nûçeyeke analîzê ya Rûdawê siyaseta Tirkiyayê êdî xitimiye û di nava arîşeyên rojevê de muhtacî alîkariya kurdan e.

    Navenda Nûçeyan – Gelek siyasetmedar û akademîsyenên kurd balê dikêşin ser pêwistiya Tirkiyayê ya bi alîkariya kurdan û ji wan yek jî siyasetmedarê kurd Dr. Mehmûd Osman e.

    Mehmûd Osman dibêje ku ji ber arîşeyên siyasî yên di navbera Rûsya û Tirkiyayê de  Enqereyê fêm kir ku muhtacî xaza xwezayî ya Kurdistanê ye û pêşniyarî Tirkiyayê dike ku dev ji înkarkirina pêvajoya aştiyê berde û bi berpirsiyarî nêzikî Abdullah Ocalan bibe.

    Rektorê Zanîngeha Sabîsê ya Hewlêrê Dr. Selahedin Kako jî diyar dike ku petrol û xaza Kurdistanê di vê rewşê de ji bo Enqereyê alternatîfek e; herwiha Kurdistan bazareke baş e jî.

    Hêjayî gotinê ye ku Endamê Komîsyona Enerjiyê ya Parlamentoya Kurdistanê Beyar Doskî meha çûyî daxuyandibû ku heta demeke nêzik Wezareta Çavkaniyên xXwezayî ya Kurdistanê dê petrol û xaza xwe li bazarên cîhanê bifroşe.

    Ji aliyekî din ve Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê Aştî Hewramî meha çûyî li Stenbolê beşdarî forûmeke enerjiyê bibû û gotibû binesaziya Tirkiyayê ya kirîn û firotana xaza xwezayî heye û ew dikarin heta demeke nêzîk dest bi bazirganiya xaz û petrolê bikin.

    Li gorî pêşbîniyên dawîn li Kurdistanê rezerveke bi qasî 5 trilyon mêtre kûbik xaza xwezayî heye.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê: Me kordînatên leşkerên Tirkiyeyê wergirtin
    Muslim: ‘Armanca Tirkiyeyê ya sereke parastina têkiliya bi DAIŞê re ye'
    Kurdên Deryaya Spî bi komên çekdar li ber xwe didin
    Lavrov: Tirkiye çima mutefiqên Amerîkayê kurdan bombe dike?
    Iraq: Amerîka di çareseriya krîzê de kêm ma
    Li Endonezyayê erdhej
    Etîketan:
    arîşeyên siyasî, kirîn û firotana xaza xwezayî, bazirganiya xaz û petrolê, foruma enerjiyê, Komîsyona Enerjiyê ya Parlamentoya Kurdistanê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî, Zanîngeha Sabîsê ya Hewlêrê, Beyar Doskî, Dr. Selahedin Kako, Abdullah Ocalan, Dr. Mehmûd Osman, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de