16:32 26 Gulan 2018
Mûsil - Operasyon - koçber

Piştî rizgarkirina Şengalê 2500 malbatên kurdên êzdî vegeriyane Şengalê

© REUTERS / THAIER AL-SUDANI
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Rêveberê Giştî yê Kar û Barê Êzdiyan ragihand ku piştî rizgarkirina Şengalê û heta niha 2500 kurdên Êzdî vegerîyane malen xwe

Navenda Nûçeyan — Di daxuyaniyekê de Rêveberê Giştî yê Kar û Barên Êzdiyan a li Wezareta Ayînî ya Herêma Kurdistanê Hadî Dubanî ragihand ku ji rizgarkirina Şengalê heta niha hezar û 600 malbat ji gundên Sinûnê û derdora wê û bi tevahî 2500 kurdên êzdî vegeriyane ser mal û milkên xwe.

Dubanî ragihand ku navçeyên Gir Uzêr, Telbenat, Telqeseb, Sîba Şêx Xidir û Herdan hêj di destê DAIŞê de ye û em hevî dikin ku di demek nêz de bên rizgarkirin

Li gor daxuyaniyê Dubanî ji rizgarkirina Şengalê û heta niha 18 gorên komî yên êzdiyan hatine dîtin. Li gorî texmînan hêj 21 gorên komî yên din jî hebin.

 

Bi heman mijarî:

Tirkiyeyê 9 endamên DAIŞê serbest berda
Serokê El Şebabê di êrişa Amerîkayê de hat kuştin
Ji Rûsya û Amerîkayê li dijî DAIŞê stratejiyeke hevpar
DAIŞê gundê Kobanê bombebaran kirin
Etîketan:
Êzîdî vedigerin malên xwe, Hadî Dubanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de