00:25 27 Gulan 2018
Ala Kurdî - alaya kurdistanê - kurdistan

Dewleta Ereban Kurdistana serbixwe nas dike

© AFP 2018 /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 11

Li gorî nûçeya Rûdawê ya ku zanyariyên xwe spartine Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê dewleta Erebistana Siûdî ji bo ragihandina serxwebûnê astengiyan dernaxe.

Navenda Nûçeyan — Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hecî Mehmûd serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li Erebistana Siûdî nirxand û wiha got: 'Di navbera salekê de guhertinên mezin li Iraq, Sûriya, Lîbyayê û herêmê qewimîn. Divê kurd van guhertinan bi awayakî baş bipîvin, nas bikin û derfetên berdest baş bi kar bînin.

Derbarê stratejiya kurdan a vê pêvajoyê de jî Mehmûd wiha got: ‘Divê kurd siyaseteke bêalî bimeşînin û di tu eniyê de cih negirin; herwiha li hemberî eniyekê jî nesekinin.’

Mihemed Hecî Mehmûd ji bo mudaxeleya Rûsyayê ya li Sûriyayê jî wiha got: ‘Di rastiyê de, Rûsya berovajî Amerîkayê û Hêzên Hevpeyman kêm axivî; lêbelê gelekî xebitî. Di pêvajoya kurt de xebata Rûsyayê bû sedem ku Amerîka siyasetên xwe yên li dijî DAIŞê biguherîne.'

Li gorî Sekreterê PSDKê Amerîka, Erebistana Siûdî, Qeter û çend welatên din dixwazin nexşeya Rojhilata Navîn cardin xêz bikin û bikişînin. Mihemed Hecî Mehmûd hinceta vê gotina xwe jî wiha şîrove kir: ‘Pêşwaziya fermî ya Mîrê Erebistana Siûdî Selman bin Ebdulezîz ji bo Barzanî pêngaveke girîng û bê mînak e. Heke em îro dewleta kurdî ragihînin, Erebistana Siûdî tu astengiyan dernaxe. Lewre divê hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê piştgiriyê bidin Barzanî û di vê pêvajoya niha de astengiyan dernexin.'

Bi heman mijarî:

KCK: ‘Dewleta tirk dixwaze PDKê û PKKê berde hev'
TAYBET - Goran: ‘Divê serxwebûn û dewletbûn xizmeta kurd û Kurdistanê bike’
Serokê Kurdistanê bo Efrînê banga lezgîn kir
Demîrtaş: Hikumetê tiştên rast ji Erdogan re nedigotin
Li Nisêbînê di rojekî de 3 kes hatin kuştin
Serokwezîrê Iraqê: Petrola DAIŞê li ser Tirkiyeyê ve tê revandin
Serokê Heşda Şebî gef li hêza tirkan xwar
Etîketan:
serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê, daxwaza serxwebûnê, serxwebûna Kurdistanê, dewleta kurdî, Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK), Mihemedê Hecî Mehmûd, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de