17:42 20 Çile 2018
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Serokê Kurdistanê bo Efrînê banga lezgîn kir

    © AFP 2018/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê dorpêça li ser Kantona Efrînê ya rojava de daxuyanî da û bangî ji civaka navneteweyî kir.

    YPG
    © Foto: AFP 2015/ DELIL SOULEIMAN
    Navenda Nûçeyan - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê dorpêça li ser Kantona Efrînê ya rojava de daxuyanî da û bangî ji civaka navneteweyî kir.

    Serokatiya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo şikandina dorpêça li ser herêma Efrînê hewldanek cidî pêwîst e û ji bo gihîştina alîkariyan mirovî bo herêmê daxwaza vekirina korîdorekê kir.

    Barzanî bangî civaka navneteweyî kir û got, boo Efrînê her kesê ku çi dikeve ser milê wî, dibê pêk bîne. Herêm di bin dorpêçek cidî de ye. Bo vê yekê demildest çareseriyek were dîtin û pêwîst e em dest bi tevgerekê bikin.

    Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de dibêje, çend roj in Efrîn rastî êrişên komên tundrewên wek Eniya El-Nusra tê. Ew êriş di hefteya herî dawî de zêdetir bûne. Ji aliyekê din ve gund û navçeyên derdora Efrînê jî di bin bombebaranek dijwar de ne.

    Serok Barzanî amaje bi wê jî kir ku, xelkê Efrînê rûbirûyê gefa mirinê hatine û li bajar bi awayekî cidî pêwîstî bi derman û kelûpelên xwarin û vexwarinê heye.

    Serokê Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan kir ku, em wan êrişên qirêj û derveyê mirovatiyê yên li hember birayên me yên li Efrînê şermezar dikin. Ez hêvî dikim di demek kurt de bi dawî werin.

    Bi heman mijarî:

    Kantona Cizîrê: 'Divê dewleta tirk bi lez û bez xaka Kurdistan biterikîne'
    KNK: ‘Tirkiyeyê, Kurdistan dagir kiriye, divê bi lez jê derkeve'
    Serokê Herêma Kurdistanê vê hefteyê tê Enqereyê
    Serokê Kontonê qala rewşa Efrinê kir
    Etîketan:
    Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesud Barzanî, Kantona Efrînê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de