10:43 23 Çile 2018
Zindî
    Goran

    TAYBET - Goran: ‘Divê serxwebûn û dewletbûn xizmeta kurd û Kurdistanê bike’

    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21

    Ji bo geşedanên dawîn ên li Herêma Kurdstanê û Iraqê Spûtnîk Kurdistan bi Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê Aras Welî re axivî.

    Hewlêr — Derbarê şandina leşkerên Tirkiyayê û bertekên li hemberî wê de Aras Welî wiha got: ‘Polîtîkaya me ya fermî ew e ku divê şandin û pejirandina leşkeran bi pesendkirina Parlamentoyê pêk were. Hebûna leşkerê Tirkiyayê dê Herêma Kurdistanê û dewleta navendî ya Iraqê bike rewşeke dijwar ku bersiva wê zor e.

    Welî diyar kir ku polîtîkaya Tirkiyayê ya li hemberî bûyerên Iraqê û têkiliya wê ya bazirganî ya bi DAIŞê re di medyayê de belav dibin; lêbelê hertim polîtîkayeke wê ya cuda heye û got: ‘Polîtîkaya Tirkiyayê gelekî seyr û sosret e. Dema ku koalîsyonê xwest Sedam Hisên ji ser hukim bixîne rê neda balafirên wan. Herwiha dema ku operasyonên li dijî DAIŞê dest pê kirin jî dîsa li hemberî dinyayê sekinî.

    Welî serdana Mesûd Barzanî ya li Enqereyê jî wiha nirxand: ‘Li Kurdistanê qeyranên parlamento, serokatî û hikûmetê hene. Di vê navberê de çavên dinyayê li nûçeyên kurd û Kurdistanê ne. Mixabin PDK jî vê eleqeya cîhanî ji bo ajanda û berjewendiyên xwe bi kar tîne. Lewre em dikarin bibêjin ku ev serdan ne ji bo xizmeta dewletbûna Kurdistanê ye û ji bo berjewendiyên PDK û Barzanî yên şexsî ne.’

    DIVÊ DEWLETBÛN JI BO BERJEWENDIYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ BE

    Derbarê parçekirina Iraqê li ser beşên sunî, şiî û kurdî jî wiha dibêje: 'Di rêziknameya Goranê de jî diyar e ku em daxwaza serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê dikin; lê kesên biyanî dê ji me re dewletê ava nekin û kilîta wê teslîmî me nekin. Divê Kurdistan pirsgirêka serokatiyê çareser bike, parlamento û hikûmeteke xurt ava bike, gel jî beşdarî rêvebiriyê bibe û pê bawer bike. Mixabin heta niha dirûşme hatine berzkirin û daxuyanî hatine belavkirin. Divê ne tenê li Herêmê li hemû erdnîgariya Kurdistanê kurd xurt bibin û saziyên xwe ava bikin.’

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş: Hikumetê tiştên rast ji Erdogan re nedigotin
    Li Nisêbînê di rojekî de 3 kes hatin kuştin
    Serokwezîrê Iraqê: Petrola DAIŞê li ser Tirkiyeyê ve tê revandin
    DAIŞê gundê Kobanê bombebaran kirin
    Serokê Heşda Şebî gef li hêza tirkan xwar
    Etîketan:
    serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê, Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê, Aras Welî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de