10:03 20 Çile 2018
Zindî
    leşkerên tirk-el bab

    KNK: ‘Tirkiyeyê, Kurdistan dagir kiriye, divê bi lez jê derkeve'

    © REUTERS/ Umit Bektas/File Photo
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    KNKê, bicihbûna leşkerên tirk li Mûsilê weke ‘dagirkirina Başûrê Kurdistanê û binpêkirina qanûnên navneteweyî' pênase kir û got: ‘Divê Tirkiye bi lez ji Başûrê Kurdistanê derkeve.'

    Navenda Nûçeyan — Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, li ser bicihbûna leşkerên tirk li bajarokê Başîkê yê li rojhilatê Mûsilê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nerazîbûneke tund nîşan da.

    KNKê bibîr xist, ku dewleta tirk ji 24ê Tîrmehê û vir ve bê navber herêma Qendîlê bombebaran dike û da zanîn, ku ji ber bêdengiya hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê, herwiha bi cesareta ji hêzên navdewletî wergirtî re, gaveke nû ya xeternak avêtiye û ketiye Mûsilê.

    'ARMANCA TIRKIYEYÊ DAGIRKIRINA HERÊMÊ Û XURTKIRINA DAIŞÊ YE'

    KNKê da zanîn ku ev gava Tirkiyeyê ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya Îraqê, cîhana ereb û tevahiya cîhanê xeteriyeke mezin e û got: ‘Ji ber ku armanca wê zelal û ronî ye: Dagirkirina herêmê û xurtkirina DAIŞê ye'

    KNKê got: ‘Dewleta tirk dît ku li Rojavayê Kurdistanê û li Sûriyeyê êdî nikare DAIŞ'ê li hember têkoşîna lehengiya gerîlayên YPG/YPJ û hezên koalîsyona li dijî DAIŞê biparezê, îro bi ketina Mûsilê re dixwaze pêşiya têkçûyîna DAIŞê bigire.'

    KNKê wiha got: ‘Em daxwaz ji Hikûmeta Herema Kurdistanê, ji Îraqê û hêzên navdewletî dikin ku devleta tirk bi lez rawestînin û îxlalkirina sînoran wek tewanê qanûnî hildin dest û bi gavên huqûqî pêşiya belavkirina terorê bigrin.'

    KNKê dawiya daxuyaniya xwe de got: ‘Em bang li gelê Kurdistanê dikin ku hatina devleta tirk wek xeta sor a yekîtiya neteweyî bigirin dest û li hember dagirkirinê têbikoşin.'

    Bi heman mijarî:

    Ciwanê birîndar jiyana xwe ji dest da
    Dîmênên nû yên kuştina Elçî şika suîqestê zêde dike
    Nasnameya şervanekî HPGê hate eşkerekirin
    Serokê Herêma Kurdistanê vê hefteyê tê Enqereyê
    Dewleta Tirkiye 1400 leşkerên din jî dişîne Iraqê
    Etîketan:
    KNK, Herêma Kurdistanê, Mûsil, Tirkiye, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de