09:17 22 Gulan 2018
    Leşkerên Amerîkayê li ser sistêma moşekên Patriot kar dikin

    Dewleta alman bê navber çekan ji pêşmerge re dişîne

    © AFP 2018 / BULENT KILIC
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Almanyayê bi armanca têkoşîna li dijî DAIŞê barek din ên çekên dijetank ên "Mîlan" şandin bo pêşmerge.

    Navenda Nûçeyan — Wezareta Parastinê ya almanyayê ragihand ku, dê Almanya di tekoşîna li Dijî DAIŞê de alîkariyên xwe ji bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bidomîne.

    Wezaretê diyar kir ku hejmarek din ê çekên 'Mîlan' ji bo pêşmerge şandine. Hat gotin ku di dawiya cotmehê de Almanya çek şandibûn.

    Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyenê destnîşan kiribû ku dijetankên Mîlan ji bo pêşmergeyan girîng in û gotibû, pêşmergeyan bi alîkariya Mîlanan derbeyek giran li DAIŞê da.

    Herwiha hate zanîn ku heta niha Almanyayê 60 rampayên moşekên dijîtank yê "Mîlan"ê û hezar guleyên wê şandine Herêma Kurdistanê.

    Bi heman mijarî:

    Ji Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî peyama tuj: Em desturê nadin!
    Deriyê sînor yê navbera Îran û Herêma Kurdistanê vebû
    Serokatiya Herêma Kurdistanê: ‘Ji Erebistanê pere nehatine wergirtin’
    Belçîka: 'Em ê alîkariya Kurdistanê bikin'
    Serokê Parlamentoya Kurdistanê li Ewropayê: 'Bila Kurdistan bibe dewlet'
    Etîketan:
    Wezareta Parastinê ya Almanyayê, Ursula von der Leyen, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de