03:37 14 Kanûn 2017
Zindî
    Barzanî ligel sê sekretêrên ENKSê civya

    Ji Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî peyama tuj: Em desturê nadin!

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyanîk da û got: "Gelê Kurdistanê xwediyê doza rewa ya xwe ye û bi ti awayî jî em li dijî ti welatekî nînin."

    Nevenda Nûçeyan — Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: "Gelê Kurdistanê xwediyê doza rewa ya xwe ye û bi ti awayî jî em li dijî ti welatekî nînin." Barzanî herwiha got: "Em rê nadin Kurdistan bibe qada hesabên hêzên herêmî û tayifî."

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwuyanî da got:  Derbarê helwest û siyaseta Herêma Kurdistanê li hember şerê li dijî terorê de û herwisa wê milmilaniya tayifî ku li herêmê heye, Barzanî ragihand: "Gelê Kurdistanê xwediyê doza rewa ya xwe ye û bi ti şêweyekê beşek ji wê milmilaniyê nebûye û nabe beşek ji wê milmilaniyê jî."

    Barzanî herwiha got: "Em bi tu awayî di wan nakokiyên tayifî de li dijî tu welatekê jî nabin."

    Li gor vê daxwuyaniyê Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin: "Em rê nadin Kurdistan bibe qada safîkirina hesabên hêzên tayifî û herêmî."

    Mesûd Barzanî tekez jî kir, Herêma Kurdistanê pêşwazî li hemû cure hewl û alîkariyekê dike ku bi armanca şerkirina li dijî çekdarên DAIŞê be û spasiya wan welatan jî dike ku di şerê li dijî DAIŞê de piştevanî li Kurdistanê kirine.

    Bi heman mijarî:

    Deriyê sînor yê navbera Îran û Herêma Kurdistanê vebû
    Serokatiya Herêma Kurdistanê: ‘Ji Erebistanê pere nehatine wergirtin’
    Talebanî ji Almanyayê vegeriya Kurdistanê
    Hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê leşkerê tirk de daxuyanî da
    Belçîka: 'Em ê alîkariya Kurdistanê bikin'
    Etîketan:
    Kurdistan, Kurd, NY, Mesud Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de