23:32 20 Hezîran 2018
Newşîrvan Mistefa

PDK serokê Goranê dide dadgehê

© Sputnik /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Partiya Demokrat a Kurdistanê amadehiyên xwe dike ku Serokê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa bi sedema ku "gef li asayişa Kurdistanê xwariye" dozê veke.

Navenda Nûçeyan — Rojnameya Hewlêr a PDKê di hejmara xwe ya îro de eşkere kir ku PDKê dest bi komkirina belgeyan kiriye ji bo ku dozê li dijî Serokê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa veke.

Di nûçeya rojnameyê de tê gotin ku PDK tu carî li hember gefên Newşîrwan Mistefa yên li dijî aramiya bajarê Hewlêrê û asayişa Herêma Kurdistanê bêdeng namîne û dê wî bide dadgehê. Li bendê bin û bibînin ka dadgeh çawa Newşîrwan Mistefa û hevalên wî ceza dike.

Newşîrwan Mistefa jî ev demek dirêj e li Ewropayê ye û li gorî ku rayedarên Goranê dibêjin, Mistefa ji ber nexweşiyê çûye Ewropayê.

Îsal payîzê li Silêmaniyê û devera Germiyanê xwepêşandan li dijî gîrobûna mûçe hatibûn lidarxistin lê li hinek deveran ew xwepêşandan vegeriyabûn aloziyê. Di wan aloziyan de hinek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn, gelek avahî û navendên PDKê hatibûn şewitandin.

Bi heman mijarî:

Esad: Ka 70 hezar mixalifên mutedil li kur in
Grûbên mixalif yên sûriyayî li Erebîstana Siûdî dicivin
Li navçeyên Licê û Hezro qedexeya derketina ji malan hat rakirin
Li Zanîngeha Mehabadê dersa zimanê kurdî destpê dike
Moskovayê heta 20ê Berfanbarê molet da Kîevê
Etîketan:
Tevgera Goranê, PDK, Newşîrvan Mistefa, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de