12:42 20 Hezîran 2018
Derîyê Sînorî yê Hecî Omran

Deriyê sînor yê navbera Îran û Herêma Kurdistanê vebû

© Foto: Twitter
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Deriyê sînor ê Hacî Omran yê navbera Herêma Kurdistanê û Îranê ku ji berfê hatibû girtin, vebû.

Navenda Nûçeyan — Ev du roj bûn deriyê sînorî yê Hacî Omran ji ber barîna berfê hatibû girtin û tevahiya kamyon, otomobîl û rêwiyan li her du aliyên sînor asê mabûn.

Gelek welatiyên ji rojhilata îranî ku dixwestin derbasî aliyê rojhilat bibin, li Herêma Kurdistanê asê mabûn.

​Hinek ji wan welatiyan jî ji bajarê Pîranşarê yê Îranê, ji ber berfê û xitimandina rê, dîsa vegeriyabûn Herêma Kurdistanê.

Lê îro danê sibê bi xebata wesayîtan rê hat paqijkirin û dîsa derî vebû û hatinçûna wesayît û rêwiyan dest pê kir.

Bi heman mijarî:

Lî Cizîr û Sûrê êriş: Polêsek û 2 leşker hatin kuştin
Li navçeya Nisêbînê dîsa qedexeya derketina ji malan hat ragihandin
Talebanî ji Almanyayê vegeriya Kurdistanê
Muxalefeta Sûriyayê: ‘Em ê digel Pêşmergeyê Rojava artêşeke nû ava bikin'
Lengergeha Samsunê girtina keştiyên rûsî derewand
Etîketan:
Îran, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de