10:32 24 Hezîran 2018
Yûsif Mihemed

Serokê Parlamentoya Kurdistanê li Ewropayê: 'Bila Kurdistan bibe dewlet'

© Flickr/ Kurdistan Parliament
Kurdistan
Lînkê kurt
0 40

Serokê Parlamentoya Kurdistanê di çarçoveya serdaneke nefermî de li Parlamentoya Ewropayê gotarek pêşkêş kir û di dema xwendina gotarê de Nûnerê Herêma Kurdistanê yê li YEyê Dilawer Ajgeyî civîn boykot kir û ji salonê derket.

Navenda Nûçeyan – Duh roja pêncşemê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed li Parlamentoya Ewropayê gotara xwe bi zimanê erebî pêşkêş kir û li ser hesaba xwe yê Facebookê wiha got: ‘Mixabin di Parlamentoya Ewropayê de wergêrê 28 zimanan hebûn û yê zimanê kurdî tunebûn. Lewre min gotara xwe bi zimanê erebî pêşkêş kir.’

Serokê Parlamentoya Kurdistanê di beşeke axaftina xwe de wiha got: ‘Divê li Iraqê sîstemeke ku hemû pêkhateyên Iraqê di nav xwe de kom dike bê damezrandin; herwiha mafê çarenivîsê ji hemû pêkhateyan re bi şêweyekî aştiyane bê dabînkirin. Heke em van her du bijardeyan li ber çavan negirin em nikarin garantiyekê bidin ku rijandina xwîna iraqiyan raweste.’

Derbarê pêşeroja Kurdistanê de jî Serokê Parlamentoya Kurdistanê got: ‘Kurdistan di heyama 100 salên borî de bêyî îrade û xwesteka xwe, hatiye parçekirin. Lewre divê li ser nexşeya pêşerojê ya Rojhilata Navîn bi îrade û xwesteka xwe bibe dewleteke serbixwe.

Bi heman mijarî:

Tehranê Erdogan derewand
Balyozê berê: Hinek hêz bi DAIŞê re bazirganiya petrole dikin
Li Wêranşarê operasyon: 13 kes hatin binçavkirin
Li Misrê êriş: 16 kuştî û 2 birîndar
Kurdistan ji bo hêzên Amerîkayê amade ye
Êrişên li ser taxa Şêx Meqsûd didomin: 9 sivîl birîndar in
27 terorîstên DAIŞî li Mûsilê hatin kuştin
Etîketan:
nexşeya pêşerojê ya Rojhilata Navîn, mafê çarenivîsê, gotar, Parlamentoya Ewropayê, Parlamentoya Kurdistanê, Yûsif Mihemed, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de