11:31 21 Îlon 2017
Zindî
    Borge Brende

    Norveç: 'Ji bo Pêşmerge em ê alîkariya leşkerî zêdetir bikin'

    © REUTERS/ / Fredrik Varfjell / NTB Scanpix
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 49910

    Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê Hikûmeta Norveçê ragihand ku ew amade ye alîkarî û hevkariya bêhtir pêşkeşî Herêma Kurdistan û Wezareta Pêşmerge bike.

    Navenda Nûçeyan — Şêwirmendê Encûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya li Ewropayê de ligel kanala TV2an a Norveçê  hevdîtinek pêk anîbû û di bernameyê de daxwaz kiribû ku Norveç bêhtir alîkariya kurdan bike, çek û teqmeniyên bêhtir ji Pêşmerge re bişîne da ku Pêşmerge bikaribe di şerê li dijî DAIŞê de serkeftinê bi dest bixîne.

    Wezîrê Derve yê Norveçê Børge Brende jî bersiva vê daxwaza Barzanî da û got: ‘Em amade ne ku bi awayekî zêdetir alîkariya Pêşmergen û Herêma Kurdistanê bikin da ku li ser erdê hêza terorîzmê têk bibe.

    Børge Brende herwiha diyar kir ku Norveç dê hemû hewldanê bide da ku Hêzên Pêşmerge bi baştirîn awayî perwerde bibin û di şerê li dijî DAIŞê de di pozîsyoneke xurtir de şer bikin.

    Bi heman mijarî:

    Qedexeya li Nisêbînê saet 22:00an de radibe
    Kerry: Bêyî hêzeke bejahî em biser nakevin
    HDP: Rewşa leşkerê ji aliyê DAIŞê ve revandî çi ye?
    Serdozgeriya Şirnexê: 'Haci Birlik bi fermana rayedaran hatiye kaşkirin'
    Li Nisêbînê sewqîyata leşkerî
    KCK: ‘Ensarioglû bi MÎTê re di nav têkîliyê de ye û weke peywirdarê şerê taybet dixebite'
    Canip Yildirim wefat kir
    Hevdîtina Lavrov û Çavuşoglu bi dawî bû
    Etîketan:
    şerê li dijî DAIŞê, alîkariya leşkerî, Wezareta Karên Derve yên Norveçê, Encûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê, Borge Brende, Mesrûr Barzanî, Norveç, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de