21:45 25 Îlon 2017
Zindî
    Roberta Pinotti

    Îtalya ji bo 4 hezar pêşmergeyî alîkariya leşkerî dişîne

    © REUTERS/ Manuel Silvestri
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2301

    Li gorî nûçeya Rûdawê Şanda Wezareta Pêşmerge bi Wezîra Parastinê ya Îtalyayê Roberta Pinotti re hevdîtinek pêk aniye û her du aliyan alîkariyên leşkerî gotûbêj kirine.

    Navenda Nûçeyan — Şanda Wezareta Pêşmerge ya ku çûbû serdana Ewropayê bi Wezîra Parastinê ya Îtalyayê Roberta Pînotî re jî hevdîtinek pêk anî û di hevdîtinê de şanda Pêşmerge daxwazên xwe gihandin rayedarên îtalî.

    Derheqê vê hevdîtinê de Wezîra Parastinê ya Îtalyayê got: ‘Şanda Pêşmerge daxwazên xwe dan me û me li ser wan gotûbêj kir. Ew daxwaza kincên taybet ên êrişên kîmyayî, kincên zivistanê û çekên giran dikin; lê divê parlamento vê yekê pesend bike. Parlamento dê îro bicive û piştî pesendkirinê dê ji bo 4 hezar pêşmergeyî alîkarî bên şandin.’

    Hêjayî gotinê ye ku Îtalyayê di şerê DAIŞê de alîkariya Pêşmerge kiriye; lê rayedarên Pêşmerge dibêjin ku ev alîkarî kêm in.

    Şanda Wezareta Pêşmerge  digel Wezîra Parastinê ya Îtalyayê Roberta Pinotti
    Şanda Wezareta Pêşmerge digel Wezîra Parastinê ya Îtalyayê Roberta Pinotti

    Bi heman mijarî:

    Erdogan bersiva Rûsyayê da: Çi kare we li Sûriyeyê heye?
    Gazprom: Hevdîtinen ‘Herka Tirkî' rawestiyan
    Turkmenan Tirkiya derewand: Tirkiyayê fîşengek ber bi DAIŞê neavêtiye
    Li bajarên kurda erdhej: 5.5
    Pûtîn: Terorîzm bi piştgiriya welatekî xelas nabe
    Demîrtaş serdana ofîsa Herêma Kurdistanê kir
    Etîketan:
    alîkariya siyasî û leşkerî, çekên giran, kincên zivistanê, kincên taybet, êrişên kîmyayî, Wezareta Parastinê ya Îtalyayê, Wezareta Pêşmerge, Şanda Wezareta Pêşmerge, Roberta Pinotti, Îtalya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de