19:55 22 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Amerîkayê

    Cebar Yawer: Amerîkayê çekên giran ji pêşmerge re şandin

    © Foto: Facebook/Yuri Biryukov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 63711

    Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê eşkere kir ku Amerîka çekên giran daye pêşmerge û dê di demek nêzîk de bigihîje Kurdistanê.

    Navenda Nûçeyan — Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer, ku niha bi şandeke Pêşmerge re li Îtalyayê ye, şeva borî tevlî bernameya tora medyayekê bû û derbarê şandina çekên giran de agahî dan.

    Êrişa Amerîkayê
    © Foto: © REUTERS/ Mike Blake
    Cebar Yawer eşkere kir ku Amerîka biryar daye di çarçoveya şerê DAIŞê de çekên giran bide pêşmerge û got, hinek ji wan çekan ketine rê û gihîştine Kuwêytê û dê mehek din derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

    Yawer derheqê curên wan çekan de jî agahî dan û got, di nav wan çekan de topên giran û du-sê cure otomobîlên zirxî hene.

    Sekreterê Wezareta Pêşmerge diyar kir ku Amerîka çawa hêzên xwe yên taybet bi çek dike wisa jî li pêşmerge dinêre û dê wan bi çek bike.

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê êriş: 14 kuştî 14 birîndar
    Barzanî: Sedema nedana çekan bêdewletiya Kurdistanê ye
    Konferansa YPGê ya Kobanê hate li darxistin
    Paytext bi 2 teqînan hejiya: Kuştî û birîndar hene
    Rûsya: Armanca me îstifaya Erdogan nîne, qutkirina çavkaniya terorê ye
    Etîketan:
    Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer, Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de