05:03 24 Mijdar 2017
Zindî
    Sîrwan Barzanî

    Barzanî: Sedema nedana çekan bêdewletiya Kurdistanê ye

    © Foto: Facebook.com
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 69401

    Li gorî nûçeya Rûdawê îro şandeke Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê çûn serdana Vatîkan û Îtalyayê.

    Navenda Nûçeyan — Zêdetirî salekê ye ku Başûrê Kurdistanê daxwaza çekên giran ji welatên Ewropa û Amerîkayê dike. Çend hefte berî niha şandeke Wezareta Pêşmerge serdana Ewroapyê kirin û çend civîn di astên bilind de pêk anîn, lêbelê wek rayedarên pêşmerge dibêjin alîkariyên welatên ewroapyê hêdî hêdî kêmtir dibin û Ewropa bi çavekî şermê çekan ji Kurdistanê re dişîne.

    Îro şandeke Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Navxweyî û Wekîlê Wezareta Pêşmerge Kerîm Şengalî, Fermandarê Eniya Mexmûr-Guwêr a Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî, Fermandarê Yekîneya 70 ya Hêza Pêşmerge Şêx Ceifer Şêx Mistefa û Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer li Vatîkanê ligel Wezîrê Derve yê Vatîkanê Cardinal Pietro Parolin û Wezîrê Parastinê yê Îtalyaye civiyan.

    Fermandarê Eniya Mexmûr-Guwêr a Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî piştî civînan ragihand ku sedema herî sereke ya ku Ewropa çekên zêde ji Kurdistanê û hêzên pêşmerge re naşîne, tunebûna dewleteke Kurdistanê ya serbixwe ya, ango bêdewletî ye.

    Barzanî herwiha got: ‘Sedema sereke ew e ku Herêma Kurdistanê ne welatekî serbixwe ye. Ya duyem ew e ku rewşa aborî ya Ewropayê nebaş e. Ya sêyem jî li welatên demokratîk biryara şandina alîkariyên leşkerî li derve di destê parlamentoyê de ye.’

    Bi heman mijarî:

    Paytext bi 2 teqînan hejiya: Kuştî û birîndar hene
    Rûsya: Armanca me îstifaya Erdogan nîne, qutkirina çavkaniya terorê ye
    Ji bo peykerê Şêx Seîd 15 sal ceza
    Ji bo serxwebûna Katalonyayê biryara dawîn a dadgehê derket
    Konferansa YPGê ya Kobanê hate li darxistin
    IRAQ - Wezîrekî kurd ji kar hat dûrxistin!
    MHPê nexşeya Kurdistanê weşand
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de