20:30 17 Tebax 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî û Qral Selman

    Mîrê Erebistanê digel 20 rayedarên xwe Barzanî pêşwazî kir

    © Foto: Serokatiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 13001

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro ji aliyê Mîrê Erebistana Siûdî Selman bin Ebdulezîz ve hat pêşwazîkirin û her duyan civînek li dar xist.

    Navenda Nûçeyan – Serokê Herêma Kurdistanê  roja 28ê vê mehê dest bi geşta xwe ya li welatên Kendava Farsî kir. Barzanî pêşiyê çû serdana Îmaratê û paşê derbasî Erebistana Siûdî bû.

    Îro Mîrê Erebistana Siûdî Selman bin Ebdulezîz digel 20 rayedarên payebilind ên siûdî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Qesra Mîrekiyê pêşwazî kir û piştî merasîma pêşwaziyê her du aliyan civînek li dar xist.

    Piştî civînê Mîr Selman û Serok Barzanî di firavînê de li ser maseyekê sohbet kirin û Mîrnişîn Mihemed bin Selman jî beşdarî wê sohbetê bû.

    Herwiha piştî firavînê Serok Barzanî û Mîrê Erebistanê bi beşdariya Mîrnişînê Yekem û Duyem ê Erebistanê, Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Parastinê û hinek rayedarên din civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de derbarê çareseriya qeyranên navçeyê û Iraq û şerê li dijî terorê de danûstandina bîr û ramanan hate kirin.

    Bi heman mijarî:

    Baluken: ‘AKP ji lêkolîn û ronîkirina kuştina Elçî ditirse'
    Hisabgirê DAIŞê li navenda Moskovayê hat girtin
    TAYBET - PYD: El Nûsra û Ehrar uş-Şam bi fermana Tirkiyayê êrişî Efrînê dikin
    Qubad Talebanî: Hikumeta Iraqê pêşketina Kurdistanê naxwaze
    Nasnameya şervanê li Amedê jiyana xwe ji dest da diyar bû
    ROJAVA - Hêzên Amerîkayê ji bo piştgiriyê çûn welatê kurdan
    Etîketan:
    Mihemed bin Selman, Selman bin Ebdulezîz, Mesûd Barzanî, Erebistana Siûdî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de