20:24 16 Tebax 2017
Zindî
    Qubat Talbanî

    Qubad Talebanî: Hikumeta Iraqê pêşketina Kurdistanê naxwaze

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2232

    Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî got ku Bexda pêşketîna Herêma Kurdistane digire û naxwaze pêşde here; herwiha pêdiviya Herêma Kurdistanê bi reformên aborî heye.

    Navenda Nûçeyan — Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di konferansa navneteweyî ya li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê de derbarê rewşa sîyasî, ewlehî û aborî ya Herêma Kurdistanê axivî û got: ‘Xwezî mirov niha bikaribûya bigota ku li Kurdistanê her tişt baş e; lê mixabin Kurdistan rastî çend krîzan hatiye.'

    Talebanî herî zêde behsa krîza aboriyê kir û wiha rahihand: 'Krîz ji ber sê bûyeran derketiye holê: birîna budçeya Kurdistanê ya ji aliyê Bexdayê ve, şerê DAIŞê û daketina nirxê petrolê.

    Qubad Talebanî li ser nakokî û krîza siyasî jî ragihand ku çareseriya vê krîzê di yekîtiyê de ye.

    Talebanî diyar kir ku divê sîstema aborî ya Kurdistanê were guhertin û reformên aborî bên kirin.
    Konferansa navneteweyî ya petrol û gaza Kurdistanê ji duh ve li paytext Londona Brîtanyayê didome.

     

     

    Bi heman mijarî:

    ROJAVA - Hêzên Amerîkayê ji bo piştgiriyê çûn welatê kurdan
    Pisporê amerîkî: Tirkiye divê şerê cihadîstan bike diçe bi kurdan re şer dike
    KCD: Kuştina mirovan têrê nake êrişî cihên me yên dîrokî dikin
    Nuşirevan Elçi: ‘Tirsa me ew e ku kuştina Tahir Elçi ‘failmechûl’ bimîne’
    Etîketan:
    konfederasyona navdewletiya kurdistan, Qubad Talebanî, Brîtanya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de