09:54 18 Tebax 2017
Zindî
    John McCain û Nêçîrvan Barzanî

    John McCain li Kurdistanê ye û li halê kurdan dipirse

    © Foto: krd.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20901

    Navenda Nûçeyan — Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Komisyona Parastinê ya Kongreya Amerîkayê John McCaîn û şanda pê re kir.

    Di hevdîtinê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê amade bû, John McCain destxweşî li xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê kir ku karîne devereke berfireh, taybetî Şingalê, ji bin destê terorîstên DAIŞ rizgar bikin û sersaxî li malbatên şehîdên pêşmerge kir. Wî tekîd kir ku dê Amerîka li ser pêşkeşkirina alîkariyan bo pêşmergeyê Kurdistanê berdewam be.

    Şandeya mêvan ku ji bilî her du senatoran Johan McCain û Lindsey Graham, ji hijmareke fermandarên leşkerî û diplomatkaran pêkhatibû, got ku ew hatine herêma Kurdistanê daku ji nêzîk haydarî rewşa bereyên cenga dijî terorîstan û pêdawîstiyên lezgîn yên herêma Kurdistanê bibin û di raportekê destnîşan bikin û pêşkeşî îdareya hikûmeta Amerîkayê bikin.

    Şandeya Kongireya Amerîkayê xebatên xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê pêşwazîkirin, hewandin û xizmetkirina wê hijmara zêde ya koçber û penaberan ku ji tirsa terorê qesta herêma Kurdistanê kiriye, bilind nirxand.

    Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Kongreya Amerîkayê bo herêma Kurdistanê û ew hevkariyên di warê leşkerî û meşiq û ragihandine de bo hêzên pêşmergeyê Kurdistanê dikin, bilind nirxandin û hêvî xwest zêdetir hevkariya herêma Kurdistanê bê kirin daku bikaribe metirsiya terorê bi yekcarî bin pê bike.

    Serokwezîr got ku wê hijmara zêde ya koçber û penaberan yên ku ji ber gef û tirsa terorê hatina herêma Kurdistanê barê hikûmeta Kurdistanê gelek giran kiriye bi taybetî di demekê de ye ku hikûmeta herêma Kurdistanê di kirîzeke êkonomî ya dijwar de derbas dibe.

    Bi heman mijarî:

    Li Sûriyeyê 15 pasdar û besîcên îranî hatin kuştin
    Li Dêrikê ciwanek bi guleyan birîndar bû
    Yekîtiya Baroyên Fransayê: ‘Ji ber qetilkirina Elçî em bi hêrs in'
    Pûtin: Tirkiyeyê Ji bo DAIŞê balafira me xist!
    Parlementerê rûsî daxwaz kir ku bila ‘Ûlkû Ocaklari' bê qedexekirin
    Etîketan:
    Kongreya Amerîkayê, Amerîka, Lindsey Graham, John McCain, Nêçîrvan Barzanî, Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de