16:50 21 Mijdar 2017
Zindî
    Îraq-Heşda Şeibî

    Heşda Şeibî dîsa peyman şikand û kurd revandin

    © AFP 2017/ Mohammed Sawaf
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7401

    Li gorî nûçeya BasNewsê endamên Heşda Şeibî bi bihaneya êrîşa xwekujiyê ya duh ku tirkmenên şiî kiribûn armanc, kurdan tawanbar dikin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya BasNewsê ya zanyariyên xwe spartine Rêveberê Ragehandinê yê Qaymeqamiya Xurmatu ragihand ku endamên Heşda Şeibî hejmarek welatiyên kurd revandine.

    Piştî êrîşa xwekujiyê ya duh ku di encamê de 5 kes hatibûn kuştin û 15 kes jî birîndar bibûn, endamên Heşda Şeibî dest bi girtin û revandina welatiyên kurd kirin.

    Derbarê mijarê de Rêveberê Ragehandina Qaymeqamiya Xurmatu Mihemed Fayiq ragihand ku endamên Heşda Şeibî li taxa Eskerî noqteya kontrolê danîne û çend welatiyên kurd jî revandine.

    Mihemed Fayiq diyar kir ku tirkmenên herêmê ji ber êrîşa duh kurdan tawanbar dikin û dibêjin ‘'we rê ji vê êrîşê re vekiriye'' lê ev tohmet ne rast e.

    Fayiq bal kişande ser peymana di navbera kurd û tirkmenan de got: ‘Di navbera aliyên siyasî yên kurd û tirkmenan de peymanek hatiye îmzekirin û li gor vê peymanê jî divê ewlekariya navçeyê ji aliyê polêsên xwecihî bê parastin.' Û nerazîbûna xwe li hemberî dîsan peydabûna Heşda Şeibî kir.

    Bi heman mijarî:

    Li Meletîyê erdhej
    MEXMÛR -Amerîkayê û Pêşmerge bi hevra li DAIŞê xistin
    SILOPİ: Bi roketan êrîş
    El Nusra li Helebê êrîşê kurdan kir: 3 mirî 40 kes jî birîndar bun
    Partiyên kurdistanî: ‘Kuştina Tahir Elçî qetilkirina azadî û demokrasîyê ye'
    Parlamenterê rûsî: Hetanî Tirkiye lêborînê nexwaze pêwendî baş nabin
    Etîketan:
    êriş, Heşda Şeibî, Qaymeqamiya Xurmatûyê, Mihemed Fayiq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de