21:49 25 Îlon 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Hêzên Pêşmerge li Mûsilê DAIŞ têk bir: 150 kuştî

    © Flickr/ kurdistan4all
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 16701

    Hêzên Pêşmerge di operasyonekê de 3 gundên Mûsilê yên dora çemê Dîcle ji destê DAIŞê rizgarkirin.

    Navenda Nûçeyan - Piştî operasyona rizgarkirina Şengalê, yek ji eniyên herî germ ên şer, 3 gundên bajarokê Wankê yê Mûsilê bûn. Ew gund, dikevin dora çemê Dîcle.

    Çekdarên DAIŞê bi alîkariya xelkê wan gundan, 7 rojan li ser hev êrişî çeperên Pêşmerge kirin û dixwestin wan deveran ji destê Pêşmerge derxînin lê hêzên Pêşmerge bi operasyoneke berfireh bi alîkariya balafirên şer, ew gund kontrol kirin.

    Fermandarekî Pêşmerge got, me bi alîkariya balafirên şer ên hêzên hevpeyman êrişî wan gundan kir. Di wê operasyonê de komek çekdar hatin kuştin ku yek ji wan emîrê gund bû. Me 200 mayin jî ji nav gundan derxistin û pûç kirin.

    Fermandar got, çekdarên DAIŞê dixwestin tola Şengalê vekin lê pêşmergeyên qehreman difina wan şikandin. Di wê operasyona mezin de herî kêm 150 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, gellek çek û cebilxane jî ket destê Pêşmerge…

    Bi heman mijarî:

    Mizgefta ku tîmên taybet xerab kir, ji îbadetê re vebû
    Li Nêcîriya teqîn: 21 kes hatin kuştin
    Nivîskara kurd: ‘Divê kurd ji bo azadiya xwe bixebitin'
    Sirbîstan: ‘Tirkiye sûcdar e divê pêngava pêşî ew biavêje'
    ROJAVA - Sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirkiyayê gihişt ber sînor
    Etîketan:
    Hêza Pêşmerge, DAIŞ, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de