21:40 22 Mijdar 2017
Zindî
    Harry Schute

    Şêwirmendê Leşkerî yê Kurdistanê: 'Divê çek rasterast bigihêjin Pêşmerge'

    © personal site of Harry Schute
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 2501

    Şêwirmendê Leşkerî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê pêşketinên Hêzên Pêşmerge de bi kanala televîzyonî ya Kurdistan 24ê re axivî û got: ‘Pêşketina Pêşmerge ya bi piştgiriya Hêzên Hevpeyman pêngaveke baş bû û wekî encameke hevahengiya her du hêzan derkete holê.'

    Navenda Nûçeyan — Fermandarê hêzên amerîkî yê karnişîn û Şêwirmendê Leşkerî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Harry Schute derbarê şandina çekan a rasterast de wiha axifî: ‘Eger ew çek û alîkariyên leşkerî, rasterast bigihêjin destê Pêşmergen dê bandoreke baştir û bileztir bike; lêbelê Hêzên Hevpeyman danûstandinê bi hikûmeta Bexdayê re dikin.

    Harry Schute daxwaza Kongreya Amerîkayê ya rasterast şandina çekan erênî nirxand û diyar kir ku Amerîka jî vê daxwazê piştguh dike û  piştgiriyê dide polîtîkayên Iraqê yên navendî.

    Derbarê beşdariya Pêşmerge di operasyona Mûsilê de jî got: ‘Pêşmerge dikare rola xwe di azadkirina Mûsilê de bigire, lê divê rola aliyên din jî hebe.'

    Bi heman mijarî:

    Li dijî emniyetê êrişa bombeyî
    Îsmaîl Beşîkçî serdana Şengalê kir
    YPG: Ji bo êrîşî Efrînê bikin Ezazê dikin hincet
    Rayedarê Iraqê kurd û Pêşmerge hişyar kirin
    Zilm û tedayiya mezhebî ya Îranê li ser kurdan didome
    Li Qers û Îdirê firotina sewalan hate qedexekirin
    Etîketan:
    şêeirmendê leşkerî, rasterast şandina çekan, Harry Schute, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de