01:03 19 Tebax 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Iraqê ji bo rizgarkirina Mûsilê civiyan

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11711

    Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid Ubêydî îro hat serdana paytext Hewlêra Herêma Kurdistanê û li bajarokê Pîrmamê yê bi ser Hewlêrê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.

    Hewlêr – Serokê Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid Ubêydî ji bo operasyona rizgarkirina Mûsilê li hev civiyan û civîna wan bi qasî saetekê berdewam kir.

    Wezareta Parastinê ya Iraqê derbarê civîna Barzanî û Ubêydî de bi daxuyaniyeke nivîskî  ragihand ku Barzanî û Ubêydî derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê û şerê li dijî DAIŞê de civînek li dar xistiye.

    Li gor daxuyaniyê, Ubêydî bi Wezîrê Navxweyî û Wekîlê Wezareta Pêşmerge Kerîm Şingalî re jî hevdîtin pêk anîne. Di vê civînê de Ubêydî û Şingalî derbarê plana hevbeş a ewlehiyê, operasyona rizgarkirina Mûsilê, hevkarî û yekrêziya di navbera Wezareta Parastinê ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê de axivîne û qala Odeya Operasyonên Hevbeş kirine ku baregeha wê li bajarê Hewlêrê be.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge: ‘Em serbilind in ku bi gerîlayên PKKê re li heman çeperê şer dikin'
    Brîtanya: 'Em ê alîkariyê bidin kurdên Rojava'
    Bagdasarov: Pêwîst e Rûsya bi tundî bersivê bide Tirkiyeyê
    FLAŞ ÎDIA - Leşkerên Amerîka gihîştin Kobanî û Qamişloyê
    Li Wan, Îdir û Rihayê gelek welatî û siyasetmedarên kurd hatin girtin û binçavkirin
    Etîketan:
    şerê li dijî DAIŞê, operasyona rizgarkirina Mûsilê, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de