18:40 17 Tebax 2017
Zindî
    Îsmaîl Beşîkçî

    Li Hewlêrê şaxa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî vebû

    © Sputnik/ Cesim İlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10101

    Îsmaîl Beşîkçî: Ji bo Kurdan rêya baş dewletbûn e.

    Îsmaîl Beşîkçî
    © Sputnik/ Cesim İlhan
    Navenda Nûçeyan — Li peytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, bi beşdariya Wezîrê Rewşenbîrî û Parêzgarê Hewlêrê, nûnertiya Waqfa Îsmaîl Beşîkçî vebû.

    Di merasîma vekirinê de nivîskarê navdar Beşîkçî axaftinek kir û got, ji bo kurdan rê ya baş, dewletbûn e.

    Di merasîmê de ligel civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşikçî, Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan ê Herêma Kurdistanê Xalid Doskî, Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û gelek rewşenbîr û nûnerên Saziyan jî beşdar bûn.

    Di destpêka merasîmê de Serokê Desteya Rêveber a Waqfa Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz derbarê armanca vekirina waqfê de axivî û got ku Îsmaîl Bêşîkçî wîcdanê mirovahiyê ye û jiyana xwe jî bo eşkerekirina rastiya civaka kurdan terxan kiriye.

    Piştî Gurbuz her yek Newzad Hadî, Xalid Doskî û Mem Botan jî gotarek pêşkeş kirin. Îsmaîl Beşîkçî jî di merasîmê de axaftinek kir û spasiya hemû kesên ku alîkariya vekirina waqfê kirine, kir. Beşîkçî got ku Hewlêr dê bibe navendek giring ê bazara petrolê, divê weke navendek giring ê dîroka kurd, çand, hûner û navenda pêşketina hizra neteweyî jî bê naskirin.

    Bi heman mijarî:

    Partiya Pêşverû ji ENKSê vekişiya
    Li Dêrika Çiyayê Mazî qedexeya derketina ji malan hat ragihandin
    YPG: Artêşa Tirkiyê êrîşî hêzên me kir!
    TSK: Em amade ne ku bi Moskovayê re hevkariyê bikin
    Gavrilov: ‘Bila Tirkiye Ayasofyayê radestî Kilîseya Ortodoksê bike'
    Etîketan:
    Waqfa Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuz, Newzad Hadî, Xalid Doskî, Îsmaîl Beşîkçî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de