08:26 22 Mijdar 2017
Zindî
    Amed meşiya, dinya hejiya; Azadiya Welat

    Çapemeniya kurdî xistina balafira rûsî çawa dinirxîne?

    © AP Photo/ / Burhan Ozbilici, file
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12901

    ANALÎZ - Wekî ku tê zanîn duh serê sibehê balafireke leşkerî ya Rûsyayê ji aliyê Tirkiyayê ve hate xistin. Piştî xistina balafirê hem ji aliyê Rûsyayê ve hem jî ji aliyê Tirkiyayê ve daxuyaniyên fermî hatin dayîn. Çapemeniya kurdî jî bi hemû aliyan ve mijara xistina balafirê kuştina pîlotê wê nirxand.

    Li ser vê yekê beşa soranî ya malpera Basnewsê analîzek weşand û zanyariyên xwe spartin pisporê pêwendiyên Tirkiya û Rûsyayê Dr. Can Kasapoglu. Kasapoglu dibêje ku ‘heke tirkmenên ku Tirkiya wan diparêze pîlotê rûsî bi tekbîran nekuştana û teslîmî Rûsyayê bikirana gengeşî ewqasî mezin nedibû.'

    Peyamnêrê Rûdawê Mihemed Izedîn ji bo şopandina bûyera xistina balafira rûsî ji aliyê Tirkiyayê ve çû ser çiyayê Kizildagê yê li ser sînorê navbera Tirkiya û Sûriyê, ku dikeve hemberî çend gundên tirkmenan û Çiyayê Kurmênc ê li aliyê Sûriyê. Peyamnêr dibêje ku cihê bûyerê bi giştî cihekî stratejîk e û li ser van çiyayan deverên çend bajarên Sûriyayê bi hêsanî tên dîtin. Li gorî agahiyên wî, li wê derê balafirên rûsî bi ser daxwaza dewleta Sûriyayê li dijî çekdarên Eniya El-Nusrayê operasyon pêk dianîn.

    Rojnameya Azadiya Welat bi sernavê ‘Tirkiya şer derdixe' û bi spota ‘AKPê balafira Rûsyayê xist'wiha nivîsî: Dewleta tirk di nav sînorê Sûriyayê de li gundê Yamadîyê balafira şer a Rûsyayê xist. Balafira rûsî li vê deverê li dijî çeteyan operasyon li dar dixistin. Tirkiya îdia dike ku balafirê sînor derbas kiriye û balafir hişyar kirine; lê pîlotî guh nedaye hişyariyên wan. Balkêş e ku piştî hevdîtina Tayyip Erdogan û Musteşarê MÎTê Hakan Fidan, balafira şer hat xistin û der barê mijarê de daxuyaniya yekem ji aliyê serokomariyê ve hat dayîn.

    Ajansên ANHA û ANFê xistina balafira rûsî wiha ragihandin: ‘Balafira Rûsyayê ji aliyê Tirkiyayê ve hate xistin. Balafir li esmanê konbajarê Yamadiya Sûriyayê digeriya û balafirên Tirkiyayê ji aliyê sînorê Yayladaga Hatayê ve balafir bombebarankirin.'

    Ajansa DIHAyê digel agahiyên ANHA û ANFê cih da hinek zanyariyên herêmî û got: ‘Pîlotan bi parasûtan ji balafirê bazdane û bi silametî xelas bûne.'

    Televîzyona Kurdistan 24ê jî axaftina Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn digel hinek şîroveyan wiha ragihand: ‘Terorîst aboriya xwe bi rêya dahatên petrolê ji Tirkiyayê bidest dixin. Xistina balafirê dê bandora wê bûyerê li ser têkiliyên Moskova û Enqereyê hebe.' Televîzyonê herwiha got: Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxwaz ji welatiyên xwe kir ku êdî berê xwe nedin Tirkiyê.'

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge dest bi operasyonan kir
    Nasnameyên 3 şervanên YPGê hatin eşkerekirin
    HPG: ‘7 leşkerên tirk hatine kuştin'
    Mala dayika min mala pirtûkan e...
    HDP: Xistina balafira rûsî ji pêş de hatiye plankirin
    Barzanî: Pêşmergeyê Rojava qehremaniya xwe îsbat kir
    Îran çemê kurdan bi ser kurdan de dimiçiqîne
    Etîketan:
    kuştina pîlotê rûs, xistina balafira rûsî, çapemeniya kurdî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de