01:36 23 Hezîran 2018
Bendav

Îran çemê kurdan bi ser kurdan de dimiçiqîne

© Foto: mdba.gov.au
Kurdistan
Lînkê kurt
0 12

Li gorî nûçeya BasNewsê dewleta Îranê li nêzîkî gundên Daryan û Wirra yên bajarê Paweya bi ser Kirmaşanê bendaveke bi navê ‘Daryan' a bi qasî 155 mêtroyî bilind li ser çemê Sîrwanê ava dike.

Navenda Nûçeyan — Îranê sala 2010an dest bi projeya bendava ‘Daryan'ê ya li ser çemê Sîrwanê kir û ji ber vê projeyê kaniya dîrokî ya herêmê ‘Kanî Belawe' û gelek şûnwarên dîrokî di bin navê de tên hiştin. Gelek hektar zevî û bostanên xelkê Hewramana parêzgehê Kurdistanê jî ketin bin metirsiyê. Bi vê projeyê ava Sîrwanê tê birîn û ava bendavê jî bi rêya kanalên cuda li ser navçe û herêmên din tê belavkirin.

Derbarê mijarê de Cîgirê Parêzgarê Helebçeyê Kawa Şêx Elî ragihand ku ev du roj in Îranê ava Sîrwanê miçiqandiye û wiha got: ‘Miçiqandina avê û ziwakirina vî çemî dê bandorê li ser navçeyên başûrê Iraqê û Germiyanê bike.  Herwiha wê bandorê li Bendava Derbendixan a li nav sînorên Helebçeyê jî bike. Me Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vê bûyerê agahdar kiriye û ji bo lêkolîn û çareserkirina mijarê lijneyeke taybet hatiye avakirin'

Bi heman mijarî:

SINE - Rojnameya ‘Dengê Kurdistan' dest bi weşanê kir
100 zêdetir terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Li Stenbolê operasyon: 3 kes hatin binçavkirin
Li ser 2 taxên Cizîrê qedexeya ferzkirî hate rakirin
Salih Mislim: Ji bo Girê Spî têkiliyên me bi Tirkiyeyê re neman
Times: Gengeşiya Rûsya û Tirkiyeyê dê bi kêrî kurdan were
Rûsya: Tirkiyeyê bi xistina balafirê li kêleka DAIŞê cih girt (Gav bi gav tê nûkirin)
Etîketan:
Kanî Belawe, Çemê Sîrwanê, Bendava ‘Daryan'ê, Parêzgariya Helebçeyê, Kawa Şêx Elî, Kurdistan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de