04:23 21 Îlon 2017
Zindî
    Ala Amerîkayê

    Amerîka: Em li Barzanî şaş û metel man

    © Sputnik/ Natalya Seleverstova
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 62710

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka dibêje ku, ew ji planên Serokê Herêma Kurdistanê yê di operasyonên li dijî DAIŞê de "mane ecêbmayî."

    Hewlêr — Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka, Tony Blinken û şanda ligel kir.

    Tony Blinken pîrozbahiya azadkirina Şingalê li Mesûd Barzanî kir û got ku, Amerîka ji plan û pêngavên Barzanî yên di operasyonan de ecêbmayî man e û tekez kir jî ku "cîhan bi çavê rêzê li canfîdayiya Pêşmergeyan dinêre."

    Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî spasiya Amrîka û hêzên hevpeymana kir li ser piştgiriya ku didin Pêşmerge. DAIŞ dujminê mirovatiyê ye û derfeta wan hebe, dê bibin çavkaniya gefê bo ser jiyana welatiyan."Piştî hevdîtina

    ligel Barzanî, Tony Blinken serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî jî kir.

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de diyar kir ku, niha ew planeke çaksaziyê di warê aborî de amade dikin, şandeya Amerîkî jî amadebûna xwe ji bo pêşkeşkirina alîkariyê di wê planê de anî ziman.

    Herwiha şandeya Amerîkî barê giarn ê li ser milê Herêma Kurdistanê tevî krîza aborî pêşwazî li sedan hezar penaber û derbider kiriye, şandeyê anî ziman jî ku ew dê hewldanên xwe bikin ji bo ku civaka navdewletî bi awaye aktîftir alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: 'Min cara êwil dît ku dayîkek ji bo Kurdan rondik rijand'
    Barzanî: ‘Cihê ku pêşmarge lê ye, pêwîstî ji yê din re nîne'
    Li Weqfa Beşikçi panela Barzanî
    Barzanî xîmê projeya kurd û japonî avêt
    Barzanî: 'Qeyrana aborî û mesrefên penaberan giran in; alîkariya me bikin'
    Etîketan:
    Amerîka, Neçîrvan Barzanî, Mesûd Barzanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de