17:42 26 Îlon 2017
Zindî
    Pêşmerge - Mûsil Operasyon

    50 ton çek û teqemenî gihiştin Pêşmerge

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 107721

    Li gorî nûçeya Rûdawê ya ku zanyariyên xwe spartine Wezîrê Parastinê yê Komara Çêkê Martin Stropnicky, alîkariyên yên leşkerî yên çekî bi balafirên kargoyê ji Hewlêr û Bexdayê re hatine şandin.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Parastinê yê Komara Çêkê Martin Stropnicky ragihand ku hefteya borî Iraqê hejmarek balafirên şer ên çêkî yên ji curêyê 159 wergirtine û îro 23ê Mijdarê jî alîkariyeke bi qasî 50 ton çek û teqemenî ji Kurdistanê û Iraqê re şand ku Hêzên Pêşmerge û hêzên iraqî di şerê li dijî DAIŞê de bi kar bînin.

    Martin Stropnicky amaje bi cîbicîkirina hejmarek rêkevtinên navbera Iraqê û Çêkê kir û tekez kir, welatê wî dê berdewam be li ser alîkariyên leşekrî yên bo Iraqê û Kurdistanê û dê bi rêya Amerîakyê hewla veguhastina beşeke din a çek û teqemeniyan bide.

    Di dema şandina çekan de, Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Komara Çêkê Jakub Landovski li balafirxaneya leşlerî ya Bardobitse wiha got: ‘Ev beşa alîkariya leşkerî, ji 10 milyon gulleyên çekên otomatîk û 5 hezar narincokan pêk tê. Em dê heta demek nêzîk gulleyên top û antî tankan jî bişînin Iraqê.'

    Bi heman mijarî:

    Rojnamegerê Alman: ‘Çekên ji pêşmerge re hatî şandin destê DAIŞê de ye'
    Dewleta Holanda rasterast dê çekan ji pêşmerge bişîne
    YPG: Em amade ne di bin fermandariya Hêza Pêşmerge de şer bikin
    Li Hewlêrê êrişî Wezareta Pêşmerge kirin
    Pêşmerge êrişa DAIŞê têk bir
    Etîketan:
    DAIŞ, Pêşmerge, DAÎŞ, Martin Stropnicky, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de