09:57 21 Îlon 2017
Zindî
    Celal Talabanî YNK

    Talabanî Suîkasta li dijî Demîrtaş şermezar kir

    © AFP 2017/ Tolga Bozoğlu
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3520

    Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, jı bo suikasta lı ser Hevserokê Gistiyê HDPê Selahedîn Demîrtaş şermezar kir.

    Hewlêr — Şeva borî otomobîla Selahedîn Demîrtaş li bajarê Amedê rastî êrişê hatibû.

    Li dor rayedarên HDPê dibêjin, ew bûyer hewlek bû ji bo kuştina Demîrtaş lê rayedarên fermî yên dewleta Tirkiyê dibêjin, Demîrtaş rastî êrişê nehatiye.

    Li ser wê bûyerê, alîkarê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî nameyek ji Demîrtaş re şand û hewla kuştina wî şermezar kir.

    Li gorî malpera fermî ya YNKê, Kosret Resûl Elî, ku ji ber nexweşiyê hatiye emeliyatkirin û li nexweşxanê hatiye razandin, di nameya xwe de wiha gotiye:

    "Mixabin min hewla êrişa li dijî wî bihîst. Ez vê yekê şermezar dikim. Nabe kiryarên wiha bibin sedema sarbûna we ji xebata mafên gelê me."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê: ‘Gotara Talabanî bêbingeh û ji rastiyê dûr e'
    Demirtaş li hember hewldana sûîqestê gilî kir
    Selahattîn Demirtaş ameliyat bû
    Selahat Demirtaş teklîfa îstîfakirinê li HDPê kir
    Demirtaş: 'Divê qanûna bingehîn a xelexwarî serdanpê bê guhertin'
    Etîketan:
    YNK, Selahedîn Demîrtaş, HDP, Kosret Resûl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de