08:05 24 Îlon 2017
Zindî
    Mêsûd Barzanî

    Barzanî: 'Min cara êwil dît ku dayîkek ji bo Kurdan rondik rijand'

    © Foto: krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6401

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di merasîma salvegera koça dawî ya dosta gelê kurd a fransî Danielle Mitterrand de beşdar bû û got, em deyindarê wê dayika gelê kurd in.

    Hewler — Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di wesfa Danielle Mitterrand de ku dosteka nêzîkî gelê kurd bû û bi dayika kurd hatibû naskirin, ragihand ku Danielle Mitterrand yekem kesa biyanî bû û bi çavên xwe dîtibe ku ji gelê kurd re giriyabe û rondik rijandibe.

    Danielle Mitterrand hevjina Serokê wefatkirî yê Fransa François Mitterrand bû.

    Barzanî herwiha got: "Danielle Mitterrand kesekî dilsoz û dilxwazê gelê kurd bû, ji ber wê jî hergav dê em wê bi bîr bînin."

    Barzanî: "Herdem em bi çavên dost û piştevanê gelê kurd berê xwe didin Fransayê. Ji Fransa ye alîkarekê sereke tê gelê Kurdistanê.

    Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got, ku pêwendiyên navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransa kevn û dîrokî ne û da zanîn: "Sala borî piştî êrişên DAIŞê yên Herêma Kurdistanê, Serokê Fransa François Hollande di demek hesas de hat Hewlêrê û piştgîriya Fransa bo Kurdistanê ragihand."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Weqfa Beşikçi panela Barzanî
    Barzanî xîmê projeya kurd û japonî avêt
    Barzanî: 'Qeyrana aborî û mesrefên penaberan giran in; alîkariya me bikin'
    Barzanî: 'Axa Kurdistanê ne cihê Heşda Şeibî ye'
    Jeo Biden Barzanî pîroz kir û soz da: Em ê piştgiriya Pêşmerge bikin
    Etîketan:
    DAIŞ, Danielle Mitterrand, Mesûd Barzanî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de