20:10 11 Kanûn 2017
Zindî
    Alaya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK

    Endamê YNKê: 'Her kes mîmarê dîwarê xwe ye; mebin nêçîra xelkê'

    © Foto: wikimedia
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Endamê Buroya Siyasî ya YNKê Sadî Ehmed Pîre li Rojava hevdîtin pêk anîn û derbarê rewşa dawî ya Kurdistanê de ji ANHAyê re axivî.

    Navenda Nûçeyan - Endamê Buroya Siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sadî Ehmed Pîre ku beşdarî  kongreya 14emîn a Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyayê bû û geşedanên li herêmê û civînên ji bo çareserkirina rewşa Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê nirxandin.

    Sadî Ehmed Pîre bal kişand ser civînên Washington, Tehran û Viyanayê û got: ‘Di van civînan de her kes para xwe hildide û diçe. Divê gelê Kurd nebe nêçîra van aliyan û bi tevgereke lawaz beşdar nebe. 

    Pîre anî ziman ku divê gelê kurd û hêzên siyasî yên kurd refên xwe bikin yek; wekî hêzeke aktîf a li ser erdê parastina mafê xwe dike derkeve pêşberî cîhanê.

    Ji bo parastina destkeftiyan û bidestxistina serkeftinên mezintir jî Sadî Pîre pêwîstî dît ku ev hêz nakokiyên xwe yên hundirîn bidin aliyekî û got: ‘Di pêvajoya heyî de ji bo misogeriya berjewendiyên gelê kurd xebatên hevbeş ji hêzên kurdî tê xwestin. Lewre divê ji girêdanên bi der ve re dûr bikevin û pêwendiyên xwe yên navxweyî xurt bikin.

    Bi heman mijarî:

    RAPORT: Bîlançoya girtin, darizandin û binçavkirinên îro: 15 girtî 16 binçavkirî
    Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî serî li NATOyê da
    Li Sûriyayê ‘zimanê rûsî' kete pergala perwerdehiyê
    Nisêbîn: Navberek ji bo ihtiyacan û dîsa qedexeya derketinê
    DAIŞ ji bo xweparastinê tora înternetê guherand
    Dêra Kurdziman a Rojava zarok bi kurdî şa kirin
    Etîketan:
    kurdî, Kurdistan, Kurd, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Sadî Ehmed Pîre, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de