15:04 21 Mijdar 2017
Zindî
    Baregeha NATO li Brukselê

    Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî serî li NATOyê da

    © Foto: NATO
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4111

    Li gorî nûçeya Rûdawê ya ku zanyariyên xwe sipartine Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Felah Mistefa Herêma Kurdistanê bi awayekê fermî ji NATOyê xwestiye ku alîkariya leşkerî û siyasî bike da ku Pêşmerge bikaribe şerekî serkeftîtir bimeşîne.

    Hewlêr- Herêma Kurdistanê ji bo alîkariyên leşkerî û siyasî bi awayekê fermî serî li Rêxistina Peymanameya Atlantîka Bakur (NATO) da.

    Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand ku Herêma Kurdistanê bi awayekê fermî ji NATOyê xwestiye ku alîkariya leşkerî û siyasî bike da ku Pêşmerge bikaribe şerekî serkeftîtir bimeşîne.

    Li gorî daxuyaniya Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê, berpirsê fermangehê Felah Mistefa di 61emîn Civîna Giştî ya NATOyê de gotarek pêşkêş kiriye û di gotara xwe de rewşa siyasî û ewlehî ya Herêma Kurdistanê nirxand.

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin Felah Mistefa wiha gotiye: ‘Herêma Kurdistanê ji ber DAIŞê bi awayekî cidî di bin gefên siyasî û ewlehî de ye. Rewşa penaberên ku ji ber pevçûnan hatine herêmê jî her diçe xirabtir dibe.'

    Mistefa di gotara xwe ya pêşkêşkirî de gotiye ku  tevahiya welatên azad di bin metirsiya dijminekî hevbeş de ne. Heya niha Pêşmerge, li hemberî pêşketina vê DAIŞê rawestiyaye û ji bo têkbirina wê rolekê girîng lîstiye; tevî kirîza aborî û pirsa penaberan di eniyên şerî de deskeftinên mezin bi dest anîne.

    Mistefa daxwaza Herêma Kurdistanê wiha anî ziman: ‘Ji bo ku di eniya şer de pêşketinek çêbe divê gavên cidî yên wekî alîkariyên leşkerî, siyasî û mirovahî bigihêjin destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê. NATO dikare çekan bide hêzên me yên çekdar û ji bo dermankirina pêşmergeyên birîndar alîkariyên tenduristî pêşkêş bike.'

    Bi heman mijarî:

    Li Sûriyayê ‘zimanê rûsî' kete pergala perwerdehiyê
    Nisêbîn: Navberek ji bo ihtiyacan û dîsa qedexeya derketinê
    DAIŞ ji bo xweparastinê tora înternetê guherand
    Etîketan:
    alîkariya mirovane, alîkariya siyasî û leşkerî, NATO, li Rêxistina Peymanameya Atlantîka Bakur (NATO), Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de