14:54 27 Gulan 2018
Şengal

Êdî gelê Şengalê vedigere malên xwe

© AFP 2018 / Safin Hamed
Kurdistan
Lînkê kurt
0 01

Piştî rizkarkirin û paqijkirina Şengalê ji bombe û mayinan gelê wê vedigere malên xwe.

Navenda Nûçeyan — Şengala ku bi destê hêzên pêşmergeyan ji DAIŞê hat xilaskirin, piraniya bombe û mayinên wê hatin paqijkirin û welatiyên ku vedigerin malên xwe li ser rêya navçeyê rêz dibin.

Gelê êzdî yên ku xwe sipartibûn Çiyayê Şengalê û dorberê wê ji bo ku neyên dizîn eşyeyên xwe bi xwe ra dibin ciyên ewledar.

Ji sedî 80yê avahiyên sivîl û fermî yên li navçeyê hilweşiyane û li navçeyê qerebalixiyeke mezin heye. Ekîbên îmhekirina bombeyan ji bo bombeyên ku DAIŞê di navçeyê da bicî kirine paqij bikin bênavber dixebitin. Hêzên ewlekariyê xebatên xwe li avahiya qaymeqamtiyê û avahiyên fermî didomînin.

Welatî dikarin vegerin malên xwe

Rayedarên pêşmergeyan ên ku ewlekariya Şengalê pêk tînin diyar kirin ku ji bo vegerîna gelê êzdî û gelê navçeyê tu astengî tuneye û êdî Şengal ewledar e. Êdî DAIŞ nikare Şengalê zevt bike, şert û mercên îro ne wek yên 15 meh berê ne.

Her wiha Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî gotibû ku, li Şengalê ji xeyrî alaya Kurdistanê destûr tune ku alayek din bê hejandin.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Di dema teqîna Parîsê de NATO li ku bû?
Qendîl hate bombebarankirin
Li Weqfa Beşikçi panela Barzanî
Li Bexdayê êrîşa komkujî: 9 mirî 28 birîndar
Etîketan:
Hêza Pêşmerge, HHK, DAIŞ, Şengal, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de