05:21 11 Kanûn 2017
Zindî
    Alaya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK

    Ji YNKê bo Heşda Şeibî: ‘Hûn berpirsiyarên can û malên kurdan in'

    © Foto: wikimedia
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gorî nûçeya Rûdawê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) çekdarên şiî yên Heşda Şeibî hişyar kirine û gotiye: ‘Hûn berpirsyarên can û malên kurdên Bexda û parêzgehên başûrê Iraqê ne.'

    Navenda Nûçeyan — Serokê Şandeye Fraksiyona YNKê ya di Parlamentoya Iraqê de Ala Talebanî duh li Bexdayê bi berpirsên mezintirîn koma çekdar  şiî ya bi navê Esayib Ehlî Heq re civiya.

    Li gorî nûçeyê di civînê de şandeya kurd ji rayedarên Esayib Ehlî Heq re ragihandine ku ew  li hemberî gef û metirsiya li ser can û malên kurdên ku li Bexdayê û bajarên başûrê Iraqê dijîn, dilgiran in.

    Talebanî herwiha diyar kiriye ku di civînê de arîşeyên li navçeya Xurmatû hatine rojevê û ji wan re hatiye gotin ku Xurmatû devereke kurdistanî ye û pêwist e ji aliyê hêzên Pêşmerge ve were parastin.'

    Serokê Şandeya YNKê destnîşan kir ku di civînê de ew jî bi bîra milîsên şîe aniye ku Celal Talebanî piştî rûxana rejîma berê ya Iraqê yekemîn kes bû ku gundê Beşîr ê tirkmanên şîe avadan kir û mafên wan parast.

    Bi heman mijarî:

    Li Wêranşarê teqîn
    Helket Idrîs'abd: 'Şanoya Amedê ji ya Duhokê baştir e'
    Bayik: ‘Tirkiye dixwaze PKK û PDKê berde hev'
    Li dewleta ciwan Sûdana Başûr pêvajoya aştiyê dest pê kir
    Rûsya: Li İdlîbê me baregeha navendî ya DAIŞê îmha kir
    Hevşaredarên binçavkirî hatin girtin
    Heyeteke Kurdistanê serdana parlamentoya Swêdê kir
    Etîketan:
    YNK, Ala Talebanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de