05:24 12 Kanûn 2017
Zindî
    Îraq-Heşda Şeibî

    Milîsên şie: Me hemû girtiyên kurd berdan

    © AFP 2017/ Mohammed Sawaf
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Fermandarê milîsên şie (Heşda Şebî) li bajarokê Xurmatû yê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku tevahiya girtiyên kurd û şie yên di encama aloziyan de hatibûn girtin, hatine berdan.

    Teqîn
    © Foto: Facebook
    Xurmatu - Ev çend roj in li bajarokê Xurmatû yê Herêma Kurdistanê, di navbera hêzên kurd û milîsên Heşda Şebî de alozî derketibû. Li gorî amarên fermî, di encama wan aloziyan de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

    Her wiha hinek kes jî ji aliyê her du aliyan ve hatibûn girtin lê fermandarê Heşda Şebî li Xurmatû, Atif Necar ji ragihand ku, me û aliyê kurd li ser berdana wan girtiyan li hev kir û tevahiya girtiyan hatin berdan.

    Atif Necar, ku wêneya rêberê Îranê Elî Xaminêyî danîbû pişt serê xwe, anî ziman ku ev du roj in tu bûyerek li Xurmatû derneketiye û got, civînên me ji bo normalkirin û aramkirina rewşa bajêr didomin.

    Wî rayedarê Heşda Şebî da zanîn ku hikûmeta Iraqê jî razî bûye welatiyên ku ji ber aloziyên bajêr ziyan dîtine, bên qerebûkirin.

    Di aloziyên Xurmatû de gelek dikan, xanî û navendên giştî hatibûn şewitandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê teqîn
    Îro cîhan bi îxbarên bombeyan hejiya, asta alarmê 2 qat hat bilindkirin
    Atalan: ‘Ji ber qedexeya li Nisêbînê em dest bi greva birçîbûnê dikin'
    Tsipras: Em bi heyranî têkoşîna HDPê dişopînin
    Barzanî: 'Qeyrana aborî û mesrefên penaberan giran in; alîkariya me bikin'
    Etîketan:
    Heşd El Şebî, Hêza Pêşmerge, Atif Necar, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de