04:43 22 Mijdar 2017
Zindî
    Barzanî ligel sê sekretêrên ENKSê civya

    Barzanî: 'Axa Kurdistanê ne cihê Heşda Şeibî ye'

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 44001

    Îro li ser malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniye fermî hate weşandin ku dibêje: ‘Axa Kurdistanê ne cihê Heşda Şeibî ye û ji bilî Pêşmerge û Hêzên Asayişa Kurdistanê pêwistî bi hêzeke din nîn e.'

    Hewlêr — Berdevkê Fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di medyayê de li ser hatina Heşda Şeibî ya li Kurdistanê nûçe derbas dibin û ev nûçe navê Serokê Herêma Kurdistanê jî dikin keresteyê axaftinê. Lewre pêwist kiriye ku daxuyaniyeke fermî bê weşandin.

    Li gorî Berdevkê Fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê babeta Heşda Şeibî de helwesta Serokê Herêma Kurdistanê ji berê heta niha hertim eşkere bûye ku ji bo têkşikandin û ji navbirina terorîstan nakokî ligel Heşda Şeibî tûnebûne û ji bo şerkirina li dijî DAIŞê heke pêwist bike hêzên Pêşmerge û Heşd dikarin alîkariya hev bikin; lêbelê ev nayê wê wateyê ku Heşda Şeibî dikare Xurmatûya di bin îdareya Kurdistanê û kontrola Pêşmerge de dagir bike.

    Di daxuyaniyê de tê ragihandin ku Axa Kurdistanê ne cihê Heşda Şeibî ye û ji bilî Pêşmerge û Hêzên Asayişa Kurdistanê pêwistî bi hêzeke din nîn e. Herwiha hatina Heşda Şeibî ya li nav axa Kurdistanê ne bi rizamendiya Serok Barzanî bûye ne jî kesekî jê daxwaz kiriye ku ji bo hatina Heşda Şeibî rizamendiyê nîşan bide.'

    Bi heman mijarî:

    Li Moskovayê hişyariya bombeyê
    Rûsya: ‘Me çavkani yên petrolê yê DAIŞê îmha kir'
    DAIŞê wêneyê ‘bombeyê ya balafira rûsî xistiye' weşand
    Wezîrê Rûsyayê: 'Bersiva FIFAyê ya ji bo temaşevanên tirk dê gelekî cidî be'
    Kongreya Amerîkayê: Divê em rasterast çekan bidin pêşmerge
    Derbarê Fîgen Yuksekdag de lêpirsîn hat destpêkirin
    YPG: ‘Artêşa Tirk êrîşî çeperên me dike'
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de