14:52 12 Kanûn 2017
Zindî
    Gerîlayên PKKê

    Gelo PKK çû hawara kurdên Xurmatûyê?

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Di vê analîzê de daxuyaniyên KCK û Heşda Şeibî hatin nirxandin.

    ANALÎZ- Îro li ser AAya malpera ajansa fermî ya Tirkiyayê hevpeyvîneke digel Atif Eliyê Berpirsiyarê Şaxa Xurmatûyê yê Heşda Şeibî hate weşandin ku dibêje hêzên PKKê gihiştine Xurmatuyê, li ser banan nîşangir danîne, bi wan re şer dikin û kûrbûna aloziya li Xurmatuyê bi sedema hebûna hêzên PKKê ye.

    Atif Eliyê ku heta niha ji ajansên kurdan re hevpeyvîn nedikir çima gelo bi heman zimanê polîtîkaya fermî ya Tirkiyayê axivî û got ku PKK û DAIŞ mîna hev in. Dema ku nûçeya AAyê tê xwendin tu dibêjî qey ev axaftin ne aydî berpirsekî Herêma Kurdistanê; lêbelê berdevkê Tirkiyayê yê li wilayeteke kurdan a Tirkiyayê ye.

    Ji aliyê din ve duh KCKê daxuyaniyeke fermî weşand û di dawiyê de wiha got: ‘Em dixwazin vê yekê destnîşan bikin: Gerîlayên me îdeolojiya xwe li ser pêkvejiyana li ser bingeha hurmeta li nirxên demokratîk ên hemû gel û baweriyan ava kirine. Ji ber vê nêrînê bêyî cihêkariyê bixe navbera gelan û baweriyan her roj ji bo wan şehîdan didin; lêbelê tu eleqeya me bi vî şerî re nîn e. Li gorî bîr û baweriya me; Îraq û Başûrê Kurdistanê welatê hevpar ê hemû gel û baweriyên li vê derê dijîn e. Lewma avabûna jiyana hevpar ne bi şer û şîdeta ji ber mezhebî û netewperestiyê, ancax bi zîhniyet û sîstema demokratîk dikare bê avakirin. Bi vê bîr û baweriyê em bang li hemû aliyan dikin ku bi berpirsyarî rabin, şer bisekinînin û pirsgirêkan bi rêbazê siyasî çareser bikin.'

    Piştî nirxandina her du daxuyaniyan mirov pirsek hertim bêbersiv dimîne: Gelo beriya derketina aloziyan Heşda Şeibî serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê daye û gotiye ku ew PKKê li wê derê naxwazin, hikûmetê daxwaza wan bi cih neaniye lewma pevçûn derketine?

    Bi heman mijarî:

    Hevşaredarên Dîgorê hatin binçavkirin
    Li sînorê Kilîsê milîtanekî DAIŞê hat kuştin û 21 kes jî hatin binçavkirin
    Li Nisêbînê bîlançoya 5 rojan: 2 mirî, 12 birîndar
    Derbarê tehdîdên li ser dîwarên Farqînê de lêpirsîn
    Li balafirxaneya Ataturkê operasyona li dijî DAIŞê: 8 kes hatin binçavkirin
    Îran: 'DAIŞ gihiştiye Kirmaşanê û bingeha çalakiyan ava dike'
    Balafirên rûsî yên herî pêşketî li Sûriyeyê ne
    Lavrov: Xistina balafirê wekî êrişa welat e
    Etîketan:
    PKK, Heşda Şeibî, Atif Elî, Xurmatû, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de