10:24 23 Çile 2018
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê bi fermana Bexdadî 73 milîtanên xwe kuştin

    © AFP 2018/ Karam Al-Masri
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 31

    DAIŞê li Mûsilê bi hinceta ku di şerê Şengalê de ji ber Hêzên Pêşmerge reviyane bi fermana Ebûbekir El Bexdadî 73 milîtanên xwe da ber guleyan.

    Hewlêr - Çavkaniyekî agahdar ji rewşa Mûsilê radigihîne ku, DAIŞê bi fermana xelîfeya xwe Ebûbekir Bexdadî 73 milîtanên xwe ji bo k udi şerê Şengalê de ji ber Hêzên Pêşmerge reviyane gulebaran kirin.

    Berpirsê ragehandina leqa 14ê ya Partiya Demokratiya Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî ragehand ku, ‘îro 14 Mijdarê DAIŞê bi fermana Ebû Bekir Bexdadî 73 çekdarên xwe li (Zindana kevn) li başûrê Mûsilê gulebaran kir.'

    Memozînî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku, kuştina çekdarên DAIŞê bo wê yekê ye ku di şerê duhî di navbera wan û Pêşmerge de Ii Şengalê bexwedan nekirine û bergiriya xwe nekirine û bûne sedema têkçûna bajêr.'

    Di 12ê Mijdarê de Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo rizgarkirina Şengalê êrişî DAIŞê kiribûn û di nava 24 saetan de Hêzên Pêşmerge bajarê Şengal û dewr û beren wê ji çekdarên DAIŞê rizgar kiribûn û serkeftinek mezin bidest xistibûn.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan bi ereboka Golfê çû Zîrweya G-20ê
    Demîrtaş bangî Davutoglu kir: Were em bihev re herin Farqînê
    Qedexeya li ser Farqînê rabû
    Lavrov: Di mijara tekoşîna dijî terorê de ez li benda pêşveçûna me
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de